Kayaalp ê ji zarokên ku dewleta Tirk li Cizîrê qetil kir hat defnkirin

Huseyîn Kayaalp ê ji zarokên ku dewleta Tirk li Cizîrê qetil kir, ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Huseyîn Kayaalp ê ji zarokên ku dewleta Tirk li Cizîrê qetil kir, ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Huseyîn Karaalp ê 16 salî yê, li Cizîrê di dema êrîşên hêzên dewleta Tirk de hat qetilkirin û ji bo otopsiyê cenazeyê wî şandibûn Saziya Tibê ya Edlî ya li Deriyê Sînorê Xabûrê, ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin. Cenazeyê Karaalp piştî testa DNA'yê ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tiba Edlî hat wergirtin û anîn Cizîrê. 

Li gel rêveberên MEYA-DER, Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bi sedan welatî beşdarî merasîma cenaze bûn. 
Di dema merasîma cenaze de liv û tevgera polîsan bal kişand. 

Her wiha, malbatên kesên ku li Cizîrê di êrîşên hêzên dewletê de hatine qetilkirin, her roja Pêncşemê tên goristanê û li ser gorên xizmên xwe duayan dikin.