Bernameya Newroza Amedê eşkere bû
Komîteya Amedekariya Newroza Amedê, bernameya pîrozbahiya Newrozê ya 21’ê Adarê eşkere kir.
Komîteya Amedekariya Newroza Amedê, bernameya pîrozbahiya Newrozê ya 21’ê Adarê eşkere kir.
Komîteya Amedekariya Newroza Amedê, bernameya pîrozbahiya Newrozê ya 21’ê Adarê eşkere kir. Komîteya Amadekariya Newrozê ya Amedê, 21’ê Adarê bi şîara “Yê li ber xwe bide wê bi ser keve” û “Rêbertiya Azad, Kurdistana Xweser û Tirkiyeya Demokratîk” bernameya pîrozbahiya Newrozê ya li Parka Newroz a li navçeya Rezanê eşkere kir.
Pîrozbahiya ku saet 10:00’an wê destpê bike, axaftina vekirinê wê ji aliyê Seroka Komîteya Amadekar Hafîze Îpek bê kirin. Wê di pîrozbahiyê de Hevserokê HDP’ê Selahettîn Demîrtaş, Hevseroka KDG Gulistan Koçyîgît, Hevseroka KCD Selma Irmak, Parlamenterê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anlî wê baxivin. Di pîrozbahiyê de wê hunermend Mikaîl Aslan, Orkestraya Mizukê ya Amed, Koroya Jinan a Şehîd Mizgîn, Koma Gulên Xerzan, Bajar werin ser dikê. Pîrozbahî di saet 16:00’an de wê bi dawî bibe.