BI DÎMEN

Pîrozbahiyên Newrozê li Şengalê destpê kirin

Newroza 2016'an li Şengalê tê pîrozkirin. Li Şengalê, wê pîrozbahiyeke navendî neyê lidarxistin. Lewma her roj li navçeyekê Newroz tê pîrozkirin.

Newroza 2016'an li Şengalê tê pîrozkirin. Li Şengalê, wê pîrozbahiyeke navendî neyê lidarxistin. Lewma her roj li navçeyekê Newroz tê pîrozkirin.

Agirê destpêkê yê Newroza îsal li bajarokên Borik û Sinûnê hat pêxistin. Pîrozbahiya ku gel eleqeyeke mezin nîşan da, bi çalakiyên çandî qediya.

Çalakiyên Newrozê wê 3 rojan dewam bikin û li herêmên Dîgurê û Serdeştê werin lidarxistin. Roja 21'ê Adarê jî wê bi meşeke bi meşaleyan, bi ruhê Newrozê re berxwedana şervanan a li çeperên li Kurdistanê were silavkirin.