YPG’ê nasnameyên 10 şervanên xwe eşkere kir
YPG’ê nasnameyên 10 şervanên xwe yên ku di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir.
YPG’ê nasnameyên 10 şervanên xwe yên ku di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir.
YPG’ê nasnameyên 10 şervanên xwe yên ku di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û nasnameyên 10 şervanên xwe eşkere kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Di roja me ya îro de şervanên azadiyê bi tekoşîna ku didin meşandin, bi xwîna xwe destanên lehengiyê di rûpelên dîrokê de dineqişînin. Bêyî ku tekoşînê rawestînin an jî lewaz bikin bi vînek mezin û azad ji bo doza welat û rizgariya ji tarîtiyê xwe feda dikin.
Hêzên Sûriyeya Demokraîtk (QSD) pêngava ‘Xezeba Xabûr’ da destpêkirin û di dîroka gelê Kurd û Ereb, Xirîstiyan, Tirkmen de vejînekî nû afirand. Di vê pêngava pîroz de Rojavayê Kurdistanê bi awayekî serkeftî roj bi roj ji komên çete xilas dibe. Her wiha gelên me yên herêmê jî bi tevahî ji felsefeya tarîtiyê ya DAIŞ’ê xilas dibe.
Îro dîsa di bin siya pêngava azadiyê de em deh hevalên xwe oxir dikin. Ew şervanên bi rûmet yên ku her tim bi vîna azad şer dikirin û xwe feda dikirin, ji bo me xeta jiyanê ne. Ew neh hevalên me yên hêja, her tim li eniya pêş bûn û ji bo parastin û rizgarkirina herêmê li beramberî hovîtiyê seknek pir hêja nîşan dan. Ev pakrewan ku bûn pêşengên projeya jiyana hevpar û biratiya gelên herêmê.
Di nav van deh hevalan de heval Mordem Zagros di encama qezeyê de li bajarê Dêrikê şehîd ketiye.
Em wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo hemû malbatên şehîdan û gelê xwe sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê tekoşîna Edûlên kezî dirêj û Derwêşan bibin heya dawî.”
Nasnameyên şervanan wiha ne:
Nasnav: Berxwedan Qamişlo
Nav û Paşnav: Mesud Seed
Navê Dayikê: Selam
Navê Bav: Yusuf
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ Elwa Şerqî 14.03.2016
***
Nasnav: Diyar Hesekê
Nav û Paşnav: Rodî Refî
Navê Dayikê: Kamle
Navê Bav: Ebdulbaqî
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ Ezawî 15.03.2016
***
Nasnav: Egîd Hesekê
Nav û Paşnav: Xidir Mihemed
Navê Dayikê: Lîlewa
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ Ezawî 13.03.2016
***
Nasnav: Macid Hesekê
Nav û Paşnav: Ayîd Mehmud
Navê Dayikê: Dela
Navê Bav: Xalid
Cihê Jidayikbûnê: Dêr El-Zor
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ Ezawî 13.03.2016
***
Nasnav: Mazlum Qamişlo
Nav û Paşnav: Yusuf Hisên
Navê Dayikê: Gulê
Navê Bav: Hisên
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ Elwa Şerqî 14.03.2016
***
Nasnav: Mordem Zagros
Nav û Paşnav: Mihemed Sumer
Navê Dayikê: Durî
Navê Bav: Îbrahîm
Cihê Jidayikbûnê: Beytûşebab (Elkê)
Cih Û Dîroka Şehadetê: Dêrik 15.03.2016
***
Nasnav: Rizgar Roj
Nav û Paşnav: Mihemed Zekî Gun
Navê Dayikê: Sêvê
Navê Bav: Yusuf
Cihê Jidayikbûnê: Mardîn/ Midyat
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê 14.03.2016
***
Nasnav: Ronî Robîn
Nav û Paşnav: Mustafa Onur
Navê Dayikê: Şîha
Navê Bav: Mihemed Şerîf
Cihê Jidayikbûnê: Riha/ Ceylanpinar (Serêkaniyê)
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ Um Midfeh 08.03.2016
***
Nasnav: Şah Qamişlo
Nav û Paşnav: Mihsin El-Xidir
Navê Dayikê: Şemse
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo/ Til Zeheb
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ Elwa Şerqî 14.03.2016
***
Nasnav: Şervan Tirbesipiyê
Nav û Paşnav: Toma Soma
Navê Dayikê: Otiyatora
Navê Bav: Qasimo
Cihê Jidayikbûnê: Tirbesipiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ Elwa Şerqî 14.03.2016