Mixtarê ku li Hezexê hatibû binçavkirin agahî jê nayê girtin

Mixtarê gundê Dîrseklî Lokman Ozyîgît ê ku dûh şev li Hezexê hatibû binçavkirin agahî jê nayê girtin û nayê zanîn ku birine kû derê.

Mixtarê gundê Dîrseklî Lokman Ozyîgît ê ku dûh şev li Hezexê hatibû binçavkirin agahî jê nayê girtin û nayê zanîn ku birine kû derê.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê terora dewleta Tirk bê navber berdewam dike û li navçeyê jî operasyonên qirkirina siyasi didomin. Mixtarê gundê Dîrseklî Lokman Ozyîgîtbê ku dûh şev li Hezexê hatibû binçavkirin. Ozyîgît ê ku hatiye binçavkirin nayê zanîn li kûderêye û rayedarên Tirk jî gotine wê îşev derxin peşiya dozgeriyê. 

Parezerên ku dixwazin bikevin îfadeya Ozyîgît, ji aliyê dozgeriyê ve tên astengkirin û dibejin daxwaz CMK’yê ya ji bo parêzeran çe nebûyê.