BI DÎMEN

Li Dêra Qêre ya dîrokî radestî karkerên ÎŞKUR'ê hatiye kirin

Keşîşxaneya Mor Kiryakûs (Dêra Qêrê) ya li Qubînê, ku yek ji mabedên herî kevin ên Xiristiyanan e û di dema xwe de weke zanîngehê jî kar dikir, ji aliyê Midûriyeta Muzeyê ya Êlihê ve radestî xebatkarên ÎŞKUR'ê hatiye kirin.

Keşîşxaneya Mor Kiryakûs (Dêra Qêrê) ya li Qubînê, ku yek ji mabedên herî kevin ên Xiristiyanan e û di dema xwe de weke zanîngehê jî kar dikir, ji aliyê Midûriyeta Muzeyê ya Êlihê ve radestî xebatkarên ÎŞKUR'ê hatiye kirin.

Keşîşxaneya Mor Kiryakûs (Dêra Qêre) ya li gundê Ayranci yê navçeya Êlih Qubînê, ku di sedsala 3'an de di serdemên destpêkê yên Xiristiyaniyê de hatiye çêkirin, tevî ku di bin 'perê parastinê' yê Midûriyeta Muze ya Êlihê de ye jî, ji ber nekirina restorasyonê û xemsariyê, bi hilweşînê re rû bi rû ye.

Piştî ku Ermenî û Suryanî di encama qirkirina 1915'an de ji herêmê koç kirin, ev keşîşxane hat terikandin û di nava salên dûr û dirêj de weke axur hat bikaranîn.

Midûriyeta Muzeyê ya Êlihê beriya 2 salan biryara parastina Keşîşxaneya Mor Kiryakûs bê parastin, lê hînê li benda rastorasyonê ye.

Midûriyeta muzeyê, li şûna restorasyonê, keşîşxane emanetî karkerên ÎŞKUR'ê kirine. Ev yek jî xemsariya li pêşberî hemûnên dîrokî û qadên pîroz ên baweriyan, nîşan dide. Keşîşxaneya dîrokî ya ji 366 odeyan ku restorasyona wê nayê kirin, roj bi roj tine dibe.

QADA DÎROKÎ RADESTÎ KARKERÊN ÎŞKURÊ HATIYE KIRIN

Keşîşxaneya bi kevirê reş ê Çiyayê Qêre li ser Deşta Bînalti hatiye çêkirin, yek ji cihên ku li Mezopotamya Jorîn weke qada perwerdeyê dihat bikaranîn e. Keşîşxaneya ku li benda restorasyonê ye, ji bo demekê radestî karkerên ÎŞKUR'ê hat kirin û 'lêkolîna dîrokê' li vir destpê kir.

Piştî di çapemeniyê de hat weşandin, ku keşîşxane weke axur tê bikaranîn, midûriyeta muzeyê qedexe kir ku dîmenê keşîşxaneyê bê bikaranîn û nobedar li vir bi cih kir. Derket holê ku ev nobedarên midûriyet^, ew gundiyên ku keşîşxane berê weke axur bi kar danîn bûn. 

'KEŞÎŞXANE BI XETERIYA HILWEŞÎNÊ RE RÛ BI RÛ YE'

Aktîvîstê dîrok, hawirdor û xwezayê Emîn Bûlût da xuyakirin, ku gundiyan kevirên ji dîwarên dîrokî yê keşîşxaneyê di çêkirina malên xwe yên li gundên derdorê de bi kar anîne û diyar kir, di sedsala dawî de xisareke mezin li keşîşaxneyê bû.

Bûlût bal kişand ser girîngî û bedewiya keşîşxaneyê û da zanîn, ku li keşîşxaneyê hem şopên paganîzm, hem ên Suryaniyan, hem jî şopên Ermeniyan tê dîtin. 

Bûlût diyar kir, keşîşxane niha bi xeteriyeke mezin a hilweşînê re rû bi rû ye û got, "Keşîşxaneya Mor Kiryakûs yek ji navendên herî kevin ê serdema destpêkê ya Xiristiyaniyê ye. Ev keşîşxane weke navendeke perwerdeyê hatiye bikaranîn. Di dema xwe de mîna zanîngehekê hatiye bikaranîn. Rahîb û Rahîbeyan ji vê derê heta Mezopotamya Jêrîn perwerde dane û bi vî rengî diçûn heta Heleb û Şamê. Mabeda herî mezin a Mezopotamya Jorîn e. Di nava vê keşîşxaneyê de odeyên gorê yên rahîb û rahîbeyan jî hene."