Li Rihayê agirê yekem ê Newrozê li Xelfetiyê hat pêxistin

Li Rihayê agirê yekem ê Newrozê li warê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Xelfetiyê hat pêxistin. Di aktivîteyê de wekîlên HDP’ê axivîn û wiha gotin: “Heya dawiyê em ê agirê Newrozê xurt bikin û li her derê pêbixin.”

Li Rihayê agirê yekem ê Newrozê li warê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Xelfetiyê hat pêxistin. Di aktivîteyê de wekîlên HDP’ê axivîn û wiha gotin: “Heya dawiyê em ê agirê Newrozê xurt bikin û li her derê pêbixin.” 

Agirê Newrozê yê yekêm li navçeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêxistin. Agirê Newrozê li Qada Azadiyê ya 4 Nîsanê bi pêşengiya HDP û DBP'ê ve hate organîzekirin. Parlamenterên HDP'ê Osman Baydemîr û Dîlek Ocalan rêveberên HDP û DBP'ê , endamên KJA'yê jî di nav de gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Ji ber ku Walîtiya Rihayê ji bilî 21'ê Adarê pîrozbahî qedexe kiribû, gelek polîs sewqî navçeyê hatin kirin û bi vî rengî xwestin pîrozbahiyê asteng bikin. Tevî astengî û dorpêça polîsan gel ketin qada Newrozê. Polîsan xwestin cihê agirê Newrozê wê bê pêxistin dester bikin, lê li ser nerazîbûna welatiyan agirê Newrozê bi dirûşmên "Bijî Newroz" "Bijî Serok Apo" "Bijî berxwedana Sûr, Cizîr, Nisebîn û Geverê" agir hate pêxistin. Piştî ku agir hate pêxistin ji bo şermezarkirina qedexeyan daxuyanî hate dayîn.

'AGIR GEŞ BIKIN'

Li qadê pankarta "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" hate vekirin û Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Sevda Çelîk Ozbîngol axivî. Piştre jî Parlamenter Dîlek Ocalan axivî û got ku ev feraseta qedexeker û li dijî gelan pêkanînên nedemokratîk dike, ew ê nas nekin. Ocalan wiha got: "Newroz sembola têkoşîna li dijî zaliman e. Em ê li dijî Dehaqên îro têkoşîna xwe xurtir bikin û agirê Newrozê heta dawî geş bikin û li her derê pêxin. Em bang li hemû kesan dikin ku agirê Newrozê xurtir bikin." 

Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr jî bi şermezarkirina qedexeyê dest bi axaftina xwe kir. Baydemîr got ku qedexe divê li dijî mirin û kuştinan be û wiha axivî: "Pêdiviya vî welatî bi yek qedexeyê tenê heye, ew jî qedexekirina kuştin û qetlîamê ye. Tekane rêya vî jî vemirandina agirê Newrozê na, şewata êşa zarokan a ku dikeve mala 78 milyon kesan e. Werin em vî agirê ku dikeve dilê dayikan rawestînin. Hûn jî bibin hevparê vê hewldana me. Heke li Xalfetiyê 10 hezar kes agirê Newrozê pêxe, ji qatlîaman re bibêje na, zirara vê ji kê re heye. Bila careke din agirê Newrozê tarîtiyan biçirîne, ji şer veguherîne aştiyê, em ji bo vê yekê li vir in."
Piştî axaftinan bername bi dirûşm û tîlîliyan bi dawî bû.

...