YPS: Herî kêm 27 çeteyên Qesrê hatin kuştin
YPS'ê diyar kir, di encama çalakiyên çar rojên dawî yên li hemberî çeteyên Qesrê de herî kêm 27 çete hatine kuştin.
YPS'ê diyar kir, di encama çalakiyên çar rojên dawî yên li hemberî çeteyên Qesrê de herî kêm 27 çete hatine kuştin.
Kordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) da xuyakirin ku êrîşên çeteyên faşîst ên Qesrê êrîşên xwe yên li hemberî qadên xwerêveberiyê, bi tank, top, hawan û obusan didomînin. YPS'ê ragihand, li hemberî van êrîşan yekîneyên wan ên berxwedanê li Şirnex, Gever û Nisêbînê derbên giran li çeteyan xistine. YPS'ê diyar kir, di çalakî û şerê 4 rojên dawî de herî kêm 27 çete hatine kuştin, 6 jî birîndar bûne. Her wiha 2 roketên hawanê yên 60'î hatine desteserkirin.
Daxuyaniya YPS'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:
"Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, sibeha 14'ê Adarê saet di 5.11'an de hêzên me li hemberî 3 çeteyan çalakiya sûîqestê pêk anîn û her 3 çete kuştin. Nîvro saet di navbera 11:00-12:00 de dema çeteyên tevgera taybet hewl didan deriyan bişikînin, çalakiyek hat lidarxistin û di encamê de çeteyekî tevegera taybet hat kuştin.
Heman rojê saet di 14:00 de derbên xurt li otobusek ji çeteyên tevgera taybet a li ser rêya Îpekê hat xistin. Li ser hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên li vê derê agahiyeke zelal bi dest neket.
Li taxa Koçerê, di encama çalakiya sûîqestê de 1 çeteyê tevgera taybet hat kuştin.
Heman rojê saet di 17.00 de, li hemberî çeteyên xwestin xwe berdin nava taxan, yekîneyên me yên berxwedanê çalakiyek pêk anîn. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê derê nayê zanîn.
Li Geverê, çete hem ji tabûra leşkerî, hem ji qereqola Sînava hem jî ji erdê li derdorê bi tankan bombeyan li taxên 'qedexekirî' dibarînin. Vê bomberdûmanê bi şevê saet di navbera 21:00-01:00 de timî dewam kiriye.
Roja 15'ê Adarê saet di 01:00 de li taxa Omer Koy a ser bi navenda Şirnexê, çeteyan xwestin xwe berdin nava taxan. Yekîneyên me yên berxwedanê derbên xurt li vê derê li çeteyan xistin. Di encamê te 1 çeteyê tevgera taybet hat kuştin, 1 jî birîndar bû.
Di heman saetê de çeteyên ji 2 maşînên zirxî peya bûn, ketin nava malan û mal şewitandin.
Li taxa Yenî ji duh ve şer diqewime. Li gorî agahiyên ji vê qada şer hatin bidestxistin 2 çeteyên tevgera taybet û 1 çawişê pispor hatin kuştin.
Ji qereqola Çakir Sûyû çete bi tankan li taxa Bahçelîevler didin.
16'ê adarê, li taxên navenda Şirnexê şerekî giran qewimî. Di encama çalakiyên li vir de 2 çete hatin kuştin. Maşîneke zirxî bi tîpa Kobra xwest dest li cihê şer werde. Ajokarê vê maşîna zirxî hat kuştin.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, roja 15'ê Sibatê saet di 10:00 de çeteyekî tevgera taybet dema dixwest maşîna zirxî ya bi tîpa Kobra binixumîne, hat kuştin. Heman rojê saet di 10:30 de li hemberî çeteyekî tevgera taybet ê li ser ava Çaxçaxê çalakiyeke sûîqestê hat kirin. Wekî din li nêzî rêya Îpekê jî, leşkerekî li ser banê malekê bû hat kuştin.
Heman rojê saet di 11:45'an de hêzên me bi çekên sûîqestê li maşîna zirxî ya bi tîpa Akrep xistin. Agir bi vê maşînê ket û çeka li ser vê maşînê şewitî. Di encama vê çalakiyê de 2 çeteyên tevgera taybet hatin kuştin, 2 çeteyên tevgera taybet birîndar bûn.
Yekîneyên me yên berxwedanê, li tankeke li ser çemê Çaxçaxê bi cih bûbû, dan. Agir bi vê tankê ket, lê hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.
15'ê adarê bi şev saet di 20:30 de, çeteyan êrîşî taxa Esentepeyê kirin. Li vê derê şerekî giran qewimî. Di heman demê de ji Qereqola Sînava, Tumenê, Tabûra Efeler û li kaşê Taylayê bi tank, top, hawan û obusan êrîş li hemberî taxan hat kirin.
Bi şev saet di 02:00 de jî çeteyan bi maşînên zirxî êrîşî taxa Gongurê kirin. Di dema derbasbûna yek ji van maşînan de çalakiya sabotajê hat kirin. Di vê çalakiyê de gelek çete hatin kuştin, lê hejmar nehat zelalkirin. Kuştî û birîndarên li vê derê bi 7 ambûlansan hatin rakirin.
16'ê Adarê dijmin li Nisêbînê bomberdûmaneke giran kir. Li hemberî 2 nuqteyên taxa Koçer ên çete lê bi cih bûbûn, çalakî hat lidarxistin. Li vê derê bi zelalî hat dîtin ku 3 çete hatin kuştin, 2 roketên hawanê yên 60'î hatin desteserkirin.
Roja 17'ê Adarê saet di 6:10'an de li nêzî rêya Îpekê ya taxa Koçerê çete ji maşînên zirxî peya bûn û xwestin bi pêş de biçin. Dema çete bi awayekî komî li hev civiyabûn, yekîneyên me yên berxwedanê çalakiyeke sabotajê li hemberî wan kirin. Li vê derê herî kêm 10 çete hatin kuştin.
16'ê adarê saet di 10:30 de yekîneyên me yên berxwedanê, li ser rêya sûkê ya Şemzînanê tankek rûxandin. Danê nîvro saet di 14:30 de jî li ser rêya sûka Şemzînanê maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra hat rûxandin. Di her du maşînên zirxî de gelek çete hatin kuştin, lê belê hejmara wan nehat zelalkirin.
Danê vê sibehê, çete êrîşî taxa Cûmhûriyetê ya ku piraniya şêniyên wê endamên eşîra Satê ye, dikin. Dijmin bi tankan re dixwaze bikeve nava vê taxê, bi vî rengî têkiliya di navbera taxan de bibire. Li van deveran şerekî dijwar diqewime. Yekîneyên me yên berxwedanê li hemberî maşîneke zirxî ya li taxa Cûmhûriyetê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Ev maşîn bi temamî hat rûxandin. Li vê derê gelek kuştî û birîndarên dijmin çêbûn, lê hejmara wan nehat zelalkirin.
Li maleke li taxa Cûmhûriyetê du welatiyên sivîl asê man. Çeteyan bi tankan li mala welatiyên bi navê Abdullah û Bûrhan Yaşar lê bûn, dan. Ji duh bi şev saet 23:00 û vir ve agahî ji van welatiyan nayê wergirtin."