Li Nisebînê mal tên bombekirin

Li Nisebînê berxwedana xwereveberiyê û bomberdûman berdewam dikin, ji ber bomberdûmanê li ser taxên Dîcle û Abdulkadîrpaşayê 3 mal şewitîn.

Li taxên Firat,Abdulkardîrpaşa, Dîcle û Yenîşehîr ên navçeya Nisebîna Merdînê  berxwedana xwereveberiyê û bomberdûman berdewam dikin .

Polîsên Tirk ji wesayîtên zixî  taxan gulebaran dikin û hêzên YPS- YPJ jî bersivê didin van êrîşan. Ji ber bomberdûmanê li taxên Dîcle û Abdulkadîrpaşa 3 mal şewitîn.

Ji taxan dûman radibe û hêzên dewleta Tirk nahêlin ku wesayîtên agirkuj biçin taxan. Li ser Rêya Îpekê çûyin û hatina ambûlansan  jî balê dikişîne.