Li Geverê topbaran

Li Geverê bi rojane tankên ku li giran hatine bicihkirin, bi hewanan dehan mal hatin hilweşandin, bomberdûmana li hember taxan dîsa despê kir.

Li Geverê bi rojane tankên ku li giran hatine bicihkirin, bi hewanan dehan mal hatin hilweşandin, bomberdûmana li hember taxan dîsa despê kir.

Li navçeya Gever a Colemêrgê ku êrîş û dorpêç lê didomin, êrîşên Tabûra Efeyan, Fermandariya Alaya Navçeyê û êrîşên tankan ên li hember Taxên Zagros, Gungor, Oremar, Eskî Kişla, Dîze û Mezarlik ji saetên şevê ve dûbare despê kir. Bomberdûmanên li hember taxên berxwedanê dewam dikin, li gelek nuqteyên navçeyê dûmanên reş bilind bûn.

BOMBERDÛMAN BAJAR HILDIWEŞÎNE

Hate zanîn ku êrîş û topên ji Taxa Zagros, avahiya Sêgoşeyê û Qada Serhildanê ya li pêşiya Mala Gel dijwar bû, hat diyarkirin ku di gelek malan de ziyanên mezin pêk hatine. Dîsa, di encama topan a li qata 6. a avahiya 8 qatî ya Taxa Eskî Kişlayê, avahiya ku ziyanek mezin dît li ber hilweşînê ye. Hat ragihandin ku li taxên berxwedanê gelek mal hatine hilweşandin.