Kekê şervanê YPS'ê Firat Çelîk (Xebat Andok) ê ji destpêka berxwedanê ve cihê xwe di nava refên berxwedanê de girt Mûrat Çelîk got, "Birayê min di nefesa xwe ya dawî de got, 'Bijî Serok Apo, Bijî PKK' û tevlî karwanê nemiran bû."
ELÎF DOGAN / MELEK YUKSEL
AMED / ANF
în, 18 adarê 2016, 07:02
Berxwedana dîrokî ya Sûrê ku yek ji girîngtirîn berxwedana dîroka Kurdan e, çîrokeke din a lehengiyê li dîrokê neqişand. Kekê şervanê YPS'ê Firat Çelîk (Xebat Andok) ê ji destpêka berxwedanê ve cihê xwe di nava refên berxwedanê de girt Mûrat Çelîk got, "Birayê min di nefesa xwe ya dawî de got, 'Bijî Serok Apo, Bijî PKK' û tevlî karwanê nemiran bû."
Yek ji şervanên YPS'ê yên di dema berxwedana Sûrê ya zêdeyî 100 rojî de tevlî karwanê nemiran bû Firat Çelîk (Xebat Andok) bû. Dayik Hatûn Çelîk têkoşîna kurê xwe yê di 10'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da vegot û wiha axivî: "Firat mirovekî gelekî bedew bû; bi rehm bû, şîrîn bû, gelekî hez ji zarokan û jiyanê dikir. Timî pirtûk dixwend. Çav fireh bû."
Bav Vezîr Çelîk jî bal kişand ser hesasiyeta kurê wî ya li heywan û xwezayê û got, "Firat gelekî hez ji hewyanan dikir. Gelekî bi rehm nêzî wan dibû. Mînak; dema ji mizgeftê vegeriyam malê min Firat dît ku li ber deriyê avahiyê bi tiştekî re mijûl e. Dema nêzî wî bûm min ku bi çêlikên pisîkê re mijûl e. Şîr dida çêlikan û ew xwedî dikir."
'XWE KIR FEDAYIYÊ RÊBER APO'
Kek Mûrat Çelîk jî got, "Hevalê Xebat, berî têkoşînê û partiyê nas bike, ketibû nava lepên sîstema li Kurdistanê. Hevalê Xebat ji aliyê cewherî ve mîna hemû mirovan paqij bû. Bi naskirina partiyê re li cewhera xwe evgeriya. Lê vegera li cewhera xwe ne karekî hêsan bû. Ji ber ku sîsem ne sîstemeke 10 yan jî 20 salan bû. Ev sîstem xwedî kevşopiyek ji 5 hezar salan e. Ev 5 hezar sal in ev sîstem ji bo hebûna xwe biparêze xwe ji zarokan, ji ciwanan xwedî dike. Ev rewşa gemarî, ji zarokê hînê ji dayik nebûye re weke mîrate dimîne."
Kek Çelîk diyar kir, ku Xebat Andok li cewhera xwe digeriya û tevî ku li bajêr ji dayik bû jî bi xwe mirovekî gundî bû. Çelîk got, "Heval Xebat ciwanekî welê bû ku bi bêhna axê jî şa dibû. Bi tiştên biçûk jî şa dibû. Hez dikir bi pêxwazî pê li tejikê bike. Dengê kevçiyê li qedeha çayê diket, hez dikir. Ji dengê çûkan, kêzikan hez dikir. Hevalê Xebat bi naskirina partiyê re dest bi lêgerîna li heqîqetê kir mîna Îbrahîmê li heqîqetê digeriya. Bêguman bi temamî nebû xwedî bîrdoziya partiyê, ji ber ku emrê wî têrê nekir. Lê belê beşeke biçûk a felsefeya Rêber Apo zevt kir û bi vê yekê re di kesayetiya wî de hin tişt rûnişt. Belê, wî beşeke biçûk a wê felsefeyê fêm kir û xwe kir fedayiyê Rêber Apo. Dijmin ne tenê bi tank û topan êrîş kir. Bi sirûda 'Mehter' re mîna ku êrîşî axa dijmin dike, êrîşî kolanên Sûrê kir. Lê belê hevalê Xebat felsefeya PKK'ê ji xwe re kir hêvî û heta dawiyê li ber xwe da. Eger ez hinekî birayê xwe nas dikim; hingî wî di nefesa xwe ya dawî de gotiye 'Bijî Serok Apo', 'Bijî PKK', 'Bijî azadiya gelê Kurdistanê' û tevlî karwanê nemiran bûye."