Encamnameya Civîna Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federal hate eşkerekirin
Civîna Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê bi xwendina encamnameyê, bi dawî bû.
Civîna Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê bi xwendina encamnameyê, bi dawî bû.
Piştî civînê, bi beşdariya hemû delegeyan, civînek çapemeniyê hate lidarxistin û encamname hate xwendin. Encamnameya ku bi zimanê Erebî hatibû amadekirin, ji aliyê Hevserokê Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Mensur El-Selum ve hate xwendin.
Encamname wiha ye:
“Kordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê bi armanca peydakirina çareseriyeke siyasî ya ji bo aloziya Sûriyeyê û lihevkirina sîstemeke birêvebirina Rojava û Bakurê Sûriyeyê, banga civîneke berfireh li hemû pêkhate, hêzên siyasî, partî û saziyên civaka sivîl ên li van herêman û herêmên ji rêxistinên terorê hatine rizgarkirin kiribû. Li ser vê bangê, em wekî nûnerên van herêman di 16-17’ê Adara 2016’an de li hev kom bûn. Me di civîna xwe de şehîdên hemû gelan ku bi xwîna xwe destanên lehengiyê nivîsandine û gel gihandin vê astê, bi bîr anîn.
Di civîna me de ev biryar derketin:
1- Sîstema federaliya demokratîk li ser esasê hembêzkirina hemû pêkhateyên civakê, mîsoger dike ku Sûriyeya pêşerojê ji bo hemû Sûriyeyiyan e.
2- Kar û xebat wê ji bo damezirandina sîstemeke federaliya demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê bên meşandin.
3- Hevserokatiya Meclîsa Damezirîner û Desteya Rêxistinkirinê ku ji 31 endaman pêk tê, hate hilbijartin.
4- Desteya Rêxistinkirinê ji bo amadekirina hevpeymanek civakî û venêrînek giştî ya qanûnî û siyasî ji vê sîstemê re di nava şeş mehan tê erkdarkirin.
5- Hemû komîte û belgeyên ku ji meclîsê derdikevin, biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên derbarê mafên mirovan û koman ku sîstemên civakî û demokratîk esas digirin, wekî bingeh digirin. Kesên li vir civiyane jî, têkiliya vê sîstema ku niha hatiye avakirin û civaka Sûriyeyê bi awayekî kûr dibîne û xwe jî wekî perçeyekî wê dibînin. Her wiha biratiya gelan û aştiyê esas digirin.
6- Azadiya jinê cewhera sîstema federaliya demokratîk e. Mafê jinê yê beşdarbûna wekhev û tevlîbûna biryarên girêdayî wê heye. Dîsa di nûnertiya hemû beşên siyasî û civakî wekhevî esas e.
7- Hemû gel û civakên di bin sîwaneya Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê de jiyan dikin, dikarin têkiliyên siyasî, aborî, civakî û çandî, her wiha hevbendiyên demokratîk bi kesên ji heman bawerî, çand, gel û civakan re, li ser asta herêmî û navnetewî, ava bikin û pêş bixin. Lê ev hevbendî bi şertê ku dijberiya armanc û berjewendiyên Sîstema Federaliya Demokratîk nekin, dikarin bêne pêşxistin.
8- Armanca Sîstema Federala Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê ya di asta herêmî de ew e ku li Rojhilata Navîn yekîtiya demokratîk pêk bîne û di navbera hemû civakên ku Rojhilata Navîn jiyan dikin de, di warê siyasî, civakî, aborî û çandî de yekîtiya demokratîk ava bikin û bi wê re jî sînorên netewe dewletan derbas bikin da ku jiyanek di nava aştî, ewlekarî û biratiyê de bê avakirin.
9-Mafê şêniyên hemû herêmên ku ji çeteyan têne rizgarkirin heye ku bi dildariya xwe tevlî sîstema federal bibin.
10- Ev sîstem yekbûna xaka Sûriyeyê diparêze.
Gel, kom û pêkhateyên civakê yên li Rojava û Sûriyeyê;
Di van rojan de em di qonaxeke dîrokî û şertên hesas ku Sûriye rewşek herî xirab a trajedîk jiyan dike re derbas dibin. Bi milyonan koçberan û bi hezaran kuştiyan, her wiha bi xirabbûna di binesaziyê re, Sûriyeye rewşa xwe ya herî trajedîk dijîn. Li beramberî vê yekê, di van salan de li Rojava bi xwîna şehîdan ezmûneke pêşketî hate jiyankirin û parastin. Ev jî ji bo ku em karibin sîstemeke federaliya demokratîk li Rojava û Sûriyeyê ava bikin fersendek e. Em di wê baweriyê de me ku ev bibe numuneya çareseriya aloziya Sûriyeyê.
Li ser van biryarên dîrokî ku hatin girtin, em bang li jinên ku nûnertiya jiyana azad dikin, ciwanan, kombûnan, kedkaran, gelan û hemû beşên civakê dikin ku tevlî vê avakirina sîstema federaliya demokratîk bibin. Em bang li hemû hêzên demokrat û mirovahiyê dikin ku piştgiriya me bikin.”