Qedexe ye pirs li Şaredariya Karakopru ya AKP'yî bê kirin!
Şaredariya Karakopru ya AKP'yî, erdê ku di avadaniyê de weke bazara taxê, bexçeyê zarokan û navendên civakî qeydkirî ne, parsel bi parsel difiroşe.
Şaredariya Karakopru ya AKP'yî, erdê ku di avadaniyê de weke bazara taxê, bexçeyê zarokan û navendên civakî qeydkirî ne, parsel bi parsel difiroşe.
Şaredariya Karakopru ya AKP'yî, erdê ku di avadaniyê de weke bazara taxê, bexçeyê zarokan û navendên civakî qeydkirî ne, parsel bi parsel difiroşe. Pêşnûme pirsên li ser jêxurî û karên ne li rê jî bi gotina 'karê şaredariyê asteng dikin' bê bersiv tên hiştin.
Karên ne li rê yên Şaredariya Karakopru ya AKP'yî, her dewam dike. Hewldanên ji bo eşkerekirina van karên ne li rê jî ji aliyê şaredar bi xwe ve tên astengkirin. Ji Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) endamê Meclîsa Şaredariya Karakopruyê Serhat Erdem, têkildarî jêxurî û karên ne li rê yên AKP'ê, pêşnûme pirsek pêşkêşî meclîsa şaredariyê kir. Lê belê şaredar bersiveke sosret da vê pêşnûmeyê.
Erdem xwest, li ser jêxurî û nelirêtiya şaredariyê agahî were dayîn û serokê şaredariyê weke bersiv got, "Tê dîtin ku her meh bi dehan pêşnûme pirs ji aliyê we ve pêşkêşî meclîsa şaredariyê tê kirin. Ji ber ku pêşnûme pirsên we yên hatine lêkolînkirin berfirh in, pêşî li karên me tê girtin."
'BEXÇEYÊN ZAROKAN, BAZARA TAXÊ Û QADÊN XIZMETÊ YÊN ŞAREDARIYÊ PARSEL BI PARSEL HATINE FIROTIN'
Erdem ê bi ser karên ne li rê yên şaredariyê ve diçe anî ziman, ku şaredariyê bexçeyên zarokan, bazara taxê û qadên xizmetê yên şaredariyê parsel bi parsel firotiye. Erdem da zanîn, ku di encama lêkolînên xwe de wan karên ne li rê derxistine holê û ji bo hînbûna aqûbeta wan pêşkêşî meclîsa şaredariyê kirine.
Erdem ragihand, şaredariya Karakopru bersivên têrker nedaye pêşnûme pirsên wî û got, "Ji hemû pêşnûme pirsgirên me re her tim heman bersiv tê dayîn. Di her bersiva xwe de dibêjin ku ji roja destpêkirina wezîfeyê û vir ve, ji sala 2009'an û vir ve ti karnekirin. Lê belê me pirsa vê nekirin. Me pirsîn bê ev qadên hatine destnîşankirin, kengî ji şexsan re hatine firotin, bi çiqasî hatine firotin û li şûna van cihan, ti cihên din hatine peydakirin. Pirsên me li ser van bûn. Lê belê her tim heman bersiv dan me."
'BI PÊŞNÛME PIRSÊN XWE RE HÛN PÊŞÎ LI XEBATÊN MECLÎSÊ DIGIRIN'
Erdem diyar kir, di dema dawî de bersiveke sosret ji wan re hatiye dayîn û got, "Ji bo 10 pêşnûme pirsên me yên dema dawî bersiva 'Endamên meclîsê yên DBP'yî her meh bi dehan pêşnûme pirsan pêşkêş dikin û xebatên şaredariya me asteng dikin' da. Em nizanin divê em van pirsan êdî ji kê bipirsin. Şaredar û meclîsa me ya şaredariyê mixabin bersiva pirsên me nadin. Bi vî rengî hewl didin ser karên ne li rê binixumînin."