KCD: Divê gelê me li her derê Newrozê bi ruhê berxwedanê pîroz bike

KCD, diyar kir ku qedexeyên pîrozbahiya Newrozê yên ji aliyê AKP’ê ve tên kirin, ne rewa ne, bang li gel kir ku li her derê bi ruhê berxwedanê beşdarî pîrozbahiya bibin.

KCD daxuyaniyek nivîskî da û bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li ser gelê Kurd dimeşîne, destnişan kir ku ‘Demên derbeyê tê jiyîn.’
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Dorpêça deh hezar leşker û polîsên Tirk ên li ser bajarên Kurdan bi mehan e şer dijwar dikin û bi berfirehî berdewam dikin; di encama van êrîşan de nêzî hezar welatiyên me yên sivîl hatin qetilkirin, bi hezaran jî bi giranî birîndar bûn, bi sed hezaran Kurd ji neçarî ji cihê xwe koç kirin.”

 ‘HÛN NIKARIN ME ASTGENG BIKIN’

Daxuyaniyê wiha dom kir: 

“Di demeke bi vî awayî de hemû gelê me, li hember zext û hewldanên helandinê yên Qesrê û hikûmeta AKP’ê, bi hişmendiyekî qedexeker, ne rewa, bê maf û hiqûq dixwazin pîrozbahiyên Newrozê asteng û qedexe bikin.

Di serî de gelê Kurd û hemû gelên Tirkiye, hêzên demokratîk bi girîngiya zanebûna hişmendiya dîroka Newrozê ve hişmendiya qedexekar bişkînin, Newrozê weke her demê bi heybet û bi ruhê bexwedanê pêşwazî bikin û bidin jiyîn.” 

Di dawiya daxuyaniya de KCD’ê diyar kir ku qedexeyên pîrozbahiya Newrozê yên ji aliyê AKP’ê ve tên kirin ne rewa ne, bang li gel kir ku li her derê bi ruhê berxwedanê Newrozê pîroz bikin.