Wêneyên aîdê cenazeyê Ozbek ê li Cizîrê hat qetilkirin derket
Wêneyên Serdar Ozbek ê li Cizîrê di jêrzemîna wehşetê de bi awayekî birîndar bû hat qetilkirin, derketin holê. Cenazeyê ku di rewşeke nenasiyê de ye, careke din wehşeta li Cizîrê da der.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê êrîşên hêzên dewletê di 14'ê Kanûnê de dest pê kiribûn û di van êrîşan de hêzên komkujer li hemberî kesên birîndar ên di jêrzemînên wehşetê de çekên giran û top bi kar anîbûn û di jêrzemînan de ji 100 welatiyî zêdetir kes hatibûn qetilkirin. Piştî komkujiyê cenazeyên kesên qetilkirî ji bo otopsiyê bi rojan li nexweşxaneyên bajarên derdorê hatibûn rawestandin. Ji van cenazeyan gelek jê ji ber şewat û şkenceyeke zêde nehatin teşhîskirin û li derên cihê hatin definkirin. Di jêrzemîna wehşetê ya duyemîn de, ji kesên qetilkirî yek jê jî Serdar Ozbek(30) ê li Cizîrê esnaftî dikir û ji bo otopsiyê cenazeyê wî şandibûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Li morgê wêneyên cenazeyê Ozbek ê hatibûn kişandin derketin holê. Bi van wêneyan careke din wehşeta hêzên dewletê xwe da der.
Cenazeyê Ozbek ê bavê 3 zaroka piştî danberheviyên DNA'yê di bin çavdêriya polîsan de li Cizîrê hat definkirin.