Komîteya Amadekar a Newrozê: Em qedexeyê nas nakin; bi ruhê berxwedanê banga qadan dikin
Komîteya Amadekar a Newrozê ya Navendî diyar kir ku qedexekirinên Newrozê yên AKP’ê nas nakin û pîrozbahî li gor plansaziyan wê bên kirin.
Komîteya Amadekar a Newrozê ya Navendî diyar kir ku qedexekirinên Newrozê yên AKP’ê nas nakin û pîrozbahî li gor plansaziyan wê bên kirin.
Komîteya Amadekar a Newrozê ya Navendî diyar kir ku qedexekirinên Newrozê yên AKP’ê nas nakin û pîrozbahî li gor plansaziyan wê bên kirin. Komîte ji AKP’ê xwest ku dest ji helwesta xwe ya qedexeker berde, bi ruhê berxwedana bi heybet banga qadan li gel kir.
Komîteya Amadekar a Newrozê ya Navendî ku ji KCD, HDK, HDP, DBP, KJA û DEM-GENÇ’ê pêk tê, têkîldarî qedexeyên Newroza 2016’an daxuyaniyek nivîskî weşand.
‘EM Ê BI RUHÊ MAZLÛM DOGAN Û MEHMET TÛNÇ PÎROZ BIKIN’
Komîteyê qedexekirin, astenkirina Newrozê rexne kir, diyar kir ku ti milên wê yên exlaqî û hiqûqî nîne, wiha got: “Tiştê rewa, hiqûqî û xwezayî ew e ku Newroz wek çawa bi hezaran salan bi pîrozî, coş û berxwedanê tê pîrozkirin, bi heman şêwazî bi ruhê Kawayê hemdem Mazlûm Dogan û Mehmet Tûnç bê pîrozkirin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li hemberî qedexekirin û Newroz di rojekê de asê hiştinên AKP’ê, wê li qadan bin, wiha dewam kir: “Em ê pîrozbahiyên Newrozê wek me plansazî kiriye û îlan kiriye pîroz bikin.”
‘BI RUHÊ BERXWEDANA BI HEYBET BIHERIKIN QADAN’
Komîteya Amadekar a Newrozê ya Navendî di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Em bang li hikûmetê dikin ku dest ji vê helwesta xwe ya astengkirina pîrozbahiyên Newrozê berde. Em bang li gelê xwe dikin ku rojên me plan kirine esas wergirin, bi ruhê berxwedana bi heybet xwedî li ruh û çalakiya Newrozê derkevin û wek lehiyên coşê biherikin qadên Newrozê. Em Cejna Newrozê ya tevahî gelê xwe pîroz dikin.”