Li herêma Şedadê 43 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniya QSD’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe yên li ser herêma Şedadê didomînin, di pevçûnên şevê din de 43 çete hatine kuştin.
Navenda Çapemeniya QSD’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe yên li ser herêma Şedadê didomînin, di pevçûnên şevê din de 43 çete hatine kuştin.
Navenda Çapemeniya QSD’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ku di 14’ê Adarê de li dijî başûr û rojavayê Şedadê destpê kiribûn, berdewam dikin. Çete bi teqwiyeyan ji Dera Zor û ji Reqqayê, êrîşên xwe nû dikin. Çete di van êrîşan de hejmarek zedê top û maşîneyên zirxî bikar tînin.
Êrîşên çeteyan li gundên Elwa û Ezawî yên dikevin başûrê Şedadê, li gundê Mekmen ê dikeve rojavayê Şedadê û li hin nuqteyen rojhilatê Şedadê berdewam dikin. Herî dawiyê şevê din jî li gundê Elwa erîşeke berfireh hat lidarxistin. Ev erîş jî ji aliyê hêzên me vala hatin derxistin.
Qasî ku hatiye zelalkirin li gundê Elwa û derdora wê 30 çete, li rojhilatê Şedadê jî 13 çete hatin kuştin.”