Ebû Hecî: Êrîşa li dijî Girê Spî êrîşa hevpar a dewleta Tirk û DAIŞ'ê ye
Ji fermandarên Ceyş El Siwar Ebû Hecî diyar kir, armanca tevger û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li derdora Tişrîn û Çemê Firatê, pêşîgirtina li operasyonên gengaz e.
Ji fermandarên Ceyş El Siwar Ebû Hecî diyar kir, armanca tevger û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li derdora Tişrîn û Çemê Firatê, pêşîgirtina li operasyonên gengaz e.
Ji fermandarên Ceyş El Siwar Ebû Hecî diyar kir, armanca tevger û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li derdora Tişrîn û Çemê Firatê, pêşîgirtina li operasyonên gengaz e.
Ebû Hecî, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li eniya Tişrîn û derdora çemê Firatê, êrîşên komên çete yên ser bi Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê û ENKS'ê yên li derdora Heleb, Şex Meqsûd û Efrînê ji ANF'ê re nirxand.
Ebû Hecî bal kişand ser operasyonên serketî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û destnîşan kir, ku bi rizgarkirina Bendava Tişrîn û derdora wê re çeteyên DAIŞ'ê derbeke giran xwarin û têkiliya navbera Reqqa-Minbic-Cerablûsê bi giranî hat birîn.
Ebû Hecî bibîr xist, ku bajarokê Şedadê jî ji bo çeteyên DAIŞ'ê di navbera Sûriye û Iraqê de cihekî stratejîk bû û got, "Ev der, Reqqa û Mûsil bi hev ve girê dida. Piştî ku bajarokê Şedadê hat rizgarkirin, çeteyên DAIŞ'ê êrîşên xwe yên li hemberî Tişrîn û Şedadê zêde kirin. Van êrîşan bi zanebûn dikin. Bi vê yekê re dixwazin pêşî operasyonên gengaz ên li hin cihan li hemberî wan were kirin, bigirin."
MÎNA ÊRÎŞA LI HEMBERÎ KOBANÊ, ÇETEYAN JI NAVA TIRKIYEYÊ ÊRÎŞÎ GIRÊ SPÎ KIRIN
Ji fermandarên Ceyş El Siwar (Artêşa Şoreşgeran) Ebû Hecî da zanîn, ku êrîşa li hemberî Girê Spî jî di vê çarçoveyê de hatiye kirin û wiha axivî: "Taybetmendiyeke din a vê êrîşa li hemberî Girê Spî heye. Çawa ku çeteyên DAIŞ'ê di dema hewldana dagirkirina Kobanê de êrîşî deriyê sînor ê Murşîtpinarê kirin, li vir jî heman tişt kirin. Êrîşên li xeta Girê Spî û Silûkê hatin kirin, ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê yên ji nava sînorên dewleta Tirk hatin ve, hatin kirin.
Di êrîşa li hemberî Girê Spî de sînorên dewleta Tirk û xeta Silûkê hatin bikaranîn. Hêzên QSD'ê bersiva pêwîst da van êrîşan. Piştî şerê giran ê li Girê Spî û Silûkê, hêzên QSD'ê fedekariyeke mezin nîşan dan û êrîşên çeteyan şikandin, di nava vê demê de hemû endamên çeteyan îmha kirin. Û jiyana li bajêr asayî kirin.
Yanî dikarim bêjim ku êrîşa li hemberî Girê Spî, bi hevkariya DAIŞ û dewleta Tirk ve hatiye kirin. Hûn jî baş pê dizanin; endamên çete yên hatin girtin li vê mikur hatin. Ev yek ji aliyê Rûsyayê ve jî hat bilêvkirin. Têkildarî hevkariya DAIŞ'ê û dewleta Tirk heta roja îro gelek agahî û belge derketin holê. Vê yekê cihê xwe di nava raporên îstîxbaratên navneteweyî û saziyên serbixwe de jî girt."
ÇETE LI ENIYA HELEBÊ LI BER TINEBÛNÊ BÛN; DEWLETA TIRK MUDAXLE KIR
Li ser şer û êrîşên li eniya Helebê jî Ebû Hecî diyar kir, ku ji destpêka şer ve hewldana wan ji bo parastina gelan e û got, "Komên çete DAIŞ, El Nûsra, Ehrar el Şam, Tûgaya Sûltan Mûrat û gelek komên mînan want, timî gel û hêzên me yên gel diparêzin, hedef girtin. Dewleta Tirk a ku tehemûlî hêzên me yên li hemberî êrîşên çeteyan li ber xwe didin, nekir û dest bi destwerdana li herêmê kir.
Bêguman vê rewşê rê li ber qewimînên nû vekir. Mînak; êrîşên komên çete yên li hemberî herêmê zêde bûn. Di nava vê demê de komên çete gihaştin radeya tinebûnê. Lê belê dewleta Tirk destekeke gelekî mezin a leşkerî û lojîstîk da çeteyan. Piştî vê destekê jî komên çete êrîşên xwe yên li hemberî herêmên di bin kontrola hêzên QSD'ê de ne, zêde kir.
EM Ê HELEBÊ JI KOMÊN ÇETE PAQIJ BIKIN
Êrîşî hêzên Ceyş el Siwar û YPG/YPJ ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê diparêzin dikin. Di van êrîşan de bi sedan sivîl birîndar bûn an jî jiyana xwe ji dest dan. Bêguman hêzên QSD'ê bersiva pêwîst didin van êrîşan."
Fermandar Ebû Hecî da xuyakirin, ku êrîşên li hemberî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê zêde bûne û got, "Me soz dane gelên xwe; Zû yan jî dereng; weke hêzên QSD'ê em ê Helebê ji komên çete paqij bikin. Ji bo vê pêwîstî bi çi hebe, wê werekirin."
Ebû Hecî bal kişand ser rewşa li herêma Şehba û anî ziman, ku çete bi giranî li xeta Ezaz û Efrînê hêzên xwe dicivîne.
Ebû Hecî got, "Komên çete bi zêdekirina êrîşan re xwestin bikevin nava herêmên di bin kontrola me de ne. Lê belê hêzên me pêşî li vê girtin. Piştî van êrîşan hêzên me bersiveke şoreşgerî dan van komên çete û qadeke ji Dêr Jemal, Meryemîn, Keştear, Balafirgeha Minix û Til Rifatê rizgar kirin.
HERÊMA ŞEHBA WÊ JI ÇETEYAN BÊ PAQIJKIRIN
Herêmên hatibûn dagirkirin, li ser daxwaza gel ji çeteyan hatin paqijkirin. Bêguman ev yek bi xweşiya dewleta Tirk neçû. Ji ber ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya Tûgaya Sûltan Mûrat, Fatîh Sûltan Mehmet ên ji aliyê MÎT'ê ve hatin avakirin, Ehrar el Şam ên destekek mezin ji AKP/Erdogan dibîne, polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê ya têk çûye, bidomîne.
Û xala herî girîng jî ew e, dewleta Tirk dixwaze di ser herêma Şehba re bi destê komên çete dest li Helebê werde. Ji ber ku AKP/Erdogan dixwaze Osmantiyê li herêmê serdest bike. Nikare birîna têkiliya bi van komên çete re qebûl bike. Ji destpêka şer û vir ve di ser herêma Şehba re hemû dîroka Sûriye û Rojava hat dizîn. Di ser vê herêmê re AKP/Erdogan ji aliyê aborî ve gelekî jê xwar, jê dixwe."
Fermandar Ebû Hecî da xuyakirin, ku dewleta Tirk naxwaze xeta herêma Şehba-Helebê ji dest berde û bi desteka dewleta Tirk re êrîşên komên çete yên li hemberî çeperên hêzên Ceyş el Siwar zêde bûne.
Ebû Hecî diyar kir, tevî hemû êrîşan jî ew ê herêma Şehba ji çeteyan paqij bikin û êrîşên dewleta Tirk jî nikarin wan ji vê armanca wan vegerînin.