Li Şirnexê şerekî dijwar diqewime
Li Şirnexê, hêzên dewleta Tirk bênaber topan li taxên berxwedanê dibarînin. Endamên YPS û YPS Jin jî berxwedana xwe didomînin.
Li Şirnexê, hêzên dewleta Tirk bênaber topan li taxên berxwedanê dibarînin. Endamên YPS û YPS Jin jî berxwedana xwe didomînin.
Li navenda bajêr, ku êrîşên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd lê dewam dikin, ji duh bi şev û vir ve şerekî dijwar diqewime.
Hêzên dewleta Tirk topan davêjin taxên Yeşîlyûrt, Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Dîcle û Bahçelîevlerê. Her wiha polîsên 'tevgera taybet' ên li saziyên dewletê bi cih bûne, guleyan li taxan dibarînin. Ji ber van êrîşên şerekî dijwar diqewime.
Li taxa Yeşîlyûrtê, ku ji roja destpêkê ya qedexeyê û vir ve şer lê giran e, duh êvarê jî şerekî dijwar qewimî. Li hemberî taxê êrîşên bi tank û topan dewam dikin. Her wiha teqînên dijwar jî rû dide.
Hêzên dewleta Tirk ên hewl dan bikevin taxa lê nêzî 23. Fermadnariay Tumena Sînor a Jendermeyan, rastî berxwedana hêzên YPS û YPS Jin hatin. Li vê derê şer giran e.
Nayê zanîn di van êrîşan de kuştî yan jî birîndar hene yan na.
Li aliyê din, danê sibehê êrîşeke dijwar a bi topan li hemberî taxên Dîcle û Bahçelîevlerê hat irin.
Ji ber topbaranê, dû bi ser gelek malên li taxa Bahçelîevlerê ket.
Danê sibehê 2 ambûlans tevî maşînên zirxî çû 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan.
Di vê navberê de sewqiyata ber bi bajêr ve jî dewam dike. Çeteyên Qesrê êrîşên xwe yên li hemberî taxên xendek û bend lê nînin jî didomînin û li ser avahiyên bilind ên taxê bi cih dibin.