Newroz li Hewremanê tê pîrozkirin

Li gundê Palgan ê li herêma Hewramanê, pîrozbahiyên Newrozê bi meşa bi meşaleyan a jinan û pêxistina agirê Newrozê destpê kir.

Li gundê Palgan ê li herêma Hewraman a li bajarê Kamyaran ê Rojhilatê Kurdistanê, pîrozbahiyên Newrozê bi pêşengiya jinan destpê kir.

Jin bi kincên xwe yên rengîn daketin qadê û bi meşaleyan dest bi meşê kirin. Li dû meşê, jin derketin cihekî bilind ê herêmê û agirê Newrozê pêxistin. Gelê herêmê jî li qada Newrozê li hev civiya û agirê Newroê pêxist.

...