Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, gelê Kurd Newroza 2016'an di qonaxeke dîrokî û girîng de pîroz dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tevî ku diktatoriya dewleta dagirker, li bajar û metropolên Kurdistanê pîrozkirina Newrozê qedexe kiriye jî, gelê Kurd li qadan e û li gorî ruhê Newrozê agirê azadiyê gur û geş dike. Gelê Kurd, bi biryar e ku toreya hezar salan a şikandina zincîrên koletî û dîlgirtinê bişikîne."
KNK'ê ragihandin, ku di demeke li herêmê şerê sêyemîn yê cîhanê dewam dike de, desthilatdariya AKP'ê şerekî giştî li dijî gelê Kurd îlan kiriye û li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê komkujiyan dike û wiha dewam kir: "Ciwanên Kurd, bi ruhê Kawayê Hesinker û ruhê Kawayê hemdem Egîdan li dijî faşîzma desthilatdariya AKP'ê û dewleta Tirk têdikoşin. Ciwanên ku di rêya şehîdên azadiyê de destanan dinivîsînin gav bi gav ber bi serketinê dimeşin.
'HER KESÊ JI BO PÎROZBAHIYA NEWROZÊ DAKEVE KOLANAN, BI QASÎ RÛXANDINA TANK Û TOPÊ DAGIRKERAN XWEDÎ NIRX E'
Newroz, ji bo gelê Kurd, li her çar parçeyan, di wateya têkoşîn û azadiyê de ye. Newroz bûye sembola hebûn û azadiya Kurdan. Lewra pîrozkirin û pêxistina agirê Newrozê, li hemberî tank û topên dewletên dagirker tê wateya parastina hebûnê. Her mirovê ku ji bo pîrozbahiya Newrozê derkeve kolan û qadan, bi qasî ruxandina tank û topên dagirkeran xwedî nirx e. Her slogana di pîrozkirina Newrozê de were berz kirin, tê wateya serketinê."
KNK'ê da zanîn, ku li hemberî qedexe û şerê faşîzan ê dewleta AKP'ê, li kolan û qadan pîrozkirina girseyî ya Newroza 2016'an tê wateya avakirina gelên demokratîk, tê wateya berteref kirina tecrîda li ser Birêz Ocalan, tê wateya têkbirina zihniyeta inkar û tinekirinê.
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Em weke KNK'ê, cejna Newrozê li gelê Kurd, li tevahiya gelên bindest û têkoşer pîroz dikin û bang li tevahiya gelên Herêmê û Cîhanê dikin ku li cem gelê Kurd cih bigirin û li dijî faşîzma sedsalê dengê xwe bilind bikin. Em bang li tevahiya partiyên siyasî yên Kurd dikin ku bi ruhê Newrozê werin cem hev û di vê qonaxa dîrokî de yekîtiye neteweyî ava bikin. Îro li Bakurê Kurdistanê faşîzma reş tê meşandin, li Anatolya û metropolên Tirkiyê jî qirkirina siyasî bi dijwarî dewam dike.
Desthilatdariya AKP'ê, sînorên exlaq û însanî derbas kiriye. Her kesê ku mafên demokratîk, mafên xwezayî û rewa dixwaze wek terorîst bi nav dike û êrîşî wan dike. Ji sedema ku gelê Kurd mafên xwe yê demokratîk û rewa dixwaze û di çarçoveya xwerêberiya herêmî kiriye pratîkê, bi hemû hêza xwe êrîşî gelê Kurd dikin, bajar û navçeyan li erdê yeksan dikin. Di jêrzemînan de bi sedan Kurdan dişewîtînin, bi tanq û topan parçe dikin.
'BÊDENGIYA CÎHANÊ NÎŞAN DIDE, KU JI BILÎ BERXWEDANÊ TI RÊ LI PÊŞIYA GELÊ KURD NÎNE'
Li hemberî vê hovîtiya ku wek sucê mirovaniyê tê bi nav kirin, mixabin cîhan bêdeng e. Ev jî tê wateya ku ji bilî berxwedanê ti rêyên din li pêşiya gelê Kurd nemaye. Berxwedana gelê Kurd, di cejna Newrozê de derketina kolan û qadan mafê gelê Kurd e û meşrû ye. Ev meşruiyet tê wateya redkirina faşîzma dewlet û desthilatdariya dagirkeran. Tê wateya hebûn û parastina nasnamê, tê wateya parastin û xwedîderketina li kultura deh hezar salan. Tê wateya xwedî derketina li doza şehîdan.
Berxwedana Cizîrê, Sûrê, Nisêbînê. Şirnex, Gever û tevahiya bajar û navçeyan faşîzma AKP'ê têk bir. Feryad û fîgana Serokkomarê Tirk û rayedarên AKP'ê jî nîşaniya têkçûnê ne. Pêwîste gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, bi ruhê şoreşgerî û bi dilsoziyek seferberî û bi armanca serketinê derkevin kolanan û cejna Newrozê pîroz bikin. Divê tevahiya hezan, çînan, bawerî û gelan li dijî faşîzma devleten dagirker û taybeti ya AKP'ê derkevin kolanan û agirê Newroza 2016'an gur û geş bikin.
'BI DIRÛŞMEYA MEHMET TÛNÇAN EM AGIRÊ NEWROZÊ GEŞ BIKIN'
Divê Gelê Kurd û hêzên demokratîk, li gorî herka dîrokê û bi slogana Mehmet Tûnç ya destanî, tevbigere û li dijî faşîzmê derkevin kolan û qadan. Derketina kolan û qadan, gur û geş kirina agir Newrozê, tê wateya kultura deh hezar salî ya dîrok û cografya Kurdistanê.
Em weke KNK'ê car din bang li gelê xwe, li gelên heremê û hêzên demokratîk dikin ku li dijî faşîzma dewleten dagirker derkevin kolanan û bi coşûxuroşek şoreşgerî agirê Newrozê gur û geş bikin.
Her slogana di Newroza 2016'an de were berz kirin, her agirê Newrozê ku li cihên cuda were pêxistin wê bibe misogerkirina azadiya Kurd û Kurdistanê."