BI DÎMEN

Şengal: YBŞ amade ye tevlî operasyona Mûsilê bibe

Fermandarê YBŞ'ê Mazlûm Şengal diyar kir, ew amade e ne tevlî operasyona Mûsilê bibin û got, "Ji bo serketina operasyona Mûsilê, divê 'fermandariya hevpar a operasyona Mûsilê' bê avakirin."

Fermandarê YBŞ'ê Mazlûm Şengal diyar kir, ew amade e ne tevlî operasyona Mûsilê bibin û got, "Ji bo serketina operasyona Mûsilê, divê 'fermandariya hevpar a operasyona Mûsilê' bê avakirin."

Fermandarê YBŞ'ê Mazlûm Şengal ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku 'Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo' ya ku hefteyeke dimeşîne û heta niha qadeke berfireh a Şengalê kontrol kirine, di heman demê de asta amadekirina operasyona Mûsilê ye.

Şengal got, "Ev operasyona me ji bo kontrolkirina rojavayê Şengalê, gundên Medîban û Mecrîs e. Ya rast ev gund, bajarok in. Ev pêngav her çend ji bo paqijkirina van herêman jî be, di heman demê de amadekariyek ji bo pêngavên mezintir e. Bi taybetî ji bo azadkirina Beec, Til Izêr, Girzerik, Siba Şêx Xidir, tevahiya xaka Şengal û Êzîdxanê û ji bo pêngava Mûsilê amadekarî ye. Ev herêm hemû stratejîk in." Şengal da zanîn, ku di rewşa heyî de hêzên wan gundên Medîban û Mecrîsê dorpêç kirine û şer dewam dike.

HETA KU ÇETE LI MÛSILÊ HEBIN, WÊ XETERIYA LI SER GELÊ HERÊMÊ HER HEBE

Mazlûm Şengal bal kişand nîqaşên ev demeke dirêj e hem li qada navneteweyî hem jî li qada herêmî li ser operasyonek li hemberî Mûsilê tên kirin û got, "Ji bo operasyoneke gengaz a li hemberî Mûsil, Tilefer û herêmên din ên ser bi Mûsilê ve, me jî bi hin hêzanr e hevdîtin û nîqaş kirin.

Heta ku li Mûsilê çeteyên DAIŞ'ê hebin, wê li hemberî gelên herêmê bi taybetî jî li hemberî civaka Êzidî xeterî her hebe. Ev yek ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Operasyonek li hemberî Mûsilê wê van xeteriyan ji holê rake û pêşî li planên li ser Mûsilê jî bigire."

EM BI HÊZEKE XURT JI OPERASYONÊ RE AMADE NE

Fermandarê YBŞ'ê Şengal destnîşan kir ku ew dixwazin di vê operasyonê de cih bigirin û ragihand, armanca wan afirandina xakek ji biratî, hevgirtina demokratîk a gelan e. Şengal diyar kir, Mûsil ji aliyê demografîk ve mozaîkek e û got, "Li vê derê gelek bawerî û gel bi hev re dijîn. Li vê herêmê 72 nmilet bi hev re jiyane. Lewma pêngava Mûsilê ji bo yekîtî û biratiya gelan gelekî girîng e. Em ê jî ber vê yekê tevlî vê operasyonê bibin."

Şengal da xuyakirin, ku ji bo operasyoneke bi vî rengî wan xwe bi hêzeke mezin amade kirine û got, "Dema pêngavê destpê kir, em ê jî bikevin nava tevgerê. Bi hin hêzên cuda re têkiliyên me hene û di vê operasyonê de em ê bi hev re tevbigerin. Wekî din hevdîtinên me bi eşîrên herêmî re jî hatin kirin. Ew ê jî bi me re tevbigerin. Lewma beriya vê operasyonê em di nava amadekariyeke xurt de ne. Hêzên me ji vê re amade ne."

WEKE HÊZA SÊYEMÎN A LI IRAQÊ EM Ê DI OPERASYONÊ DE HEBIN

Fermandarê YBŞ'ê Mazlûm Şengal da zanîn, ku weke hêza sêyemîn a Iraqê ew ê di vê operasyonê de cih bigirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "D vî warî de me bi hikûmeta navendî ya Iraqê re hevdîtin kirin. Hevdîtinên me dewam dikin. Di heman demê de em dixwazin bi hêzên Kurd pêşmergeyan re jî tevbigerin. Ji xwe em li dijî dijminê hevpar çeteyên DAIŞ'ê ji bo heman armancê têdikoşin."

FERMANDARIYEKE HEVPAR DIVÊ WERE AVAKIRIN

Şengal bal kişand ser girîngiya fermandariyeke hevpar a ji bo vê operasyonê û got, "Li gorî min, hêzeke koalîsyonê ya ji hêzên Iraqê, pêşmerge, koalîsyona navneteweyî û ji me, divê were avakirin. Mînak; hêzeke mîna QSD'ê ya li Rojava nabe. Ji ber ku li vir dewleta Iraqê heye, hikûmeta Başûrê Kurdistanê heye. Lê belê em dikarin van hemû hêzan di bin fermandariyeke hevpar de li hev bicivînin. Fermandariya Operasyona Mûsilê dikare were avakirin. Di nava vê fermandariyê de hemû hêz dikarin cih bigirin, divê cih bigirin."

Fermandarê YBŞ'ê herî dawî Newroz li gelê Kurd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn pîroz kir.