Çeteyên qesrê bi binpêkirina pîvanên şer re sivîlan hedef digirin
Çeteyên Qesrê yên ku derbên giran ji hêzên YPS/YPS Jin dixwin, li Geverê pîvanên şer binpê dikin û êrîşên xwe yên li hemberî sivîlan zêde kirin.
Çeteyên Qesrê yên ku derbên giran ji hêzên YPS/YPS Jin dixwin, li Geverê pîvanên şer binpê dikin û êrîşên xwe yên li hemberî sivîlan zêde kirin.
Kordînasyona Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) diyar kir, berxwedana bi heybet a hêzên wan li dijî çeteyên qesrê, bi çalakî û berxwedanê dewam dike. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Faşîzma AKP'ê, ku derbên giran ji hêzên me yên YPS'ê dixwe, li Geverê careke din rûyê xwe yê qirêj û faşîst nîşan da. Bi binpêkirina pîvanên şer re sivîlan hedef digire û êrîşên xwe yên li navçeyê giran kir."
Li gorî daxuyaniya YPS'ê agahiyên li ser şerê vê dawiyê qewimîn bi vî rengî ye:
Nasnameya şervanekî me yê YPS'ê, ku roja 14'ê Adarê li navçeya Amed Peyasê ji ber îxbarê di şer de şehîd ket, bi vî rengî ye:
Nasnav: Rizgar Çewlik
Nav paşnav: Beştî Taranli
Navên dayik û bav: Esma - Abdûrrahîm
Ji dayikbûn: 1993 Dara Hênê
Tevlîbûn: 2010
ŞEREKÎ DIJWAR DIQEWIME
Ev du roj in li hemberî taxa Dîcle ya Şirnexê êrîşeke giran tê kirin. Bi tank û hawanan li taxê didin. Çete dixwazin dîwarên xaniyan qul bikin û bi vî rengî bi pêş de biçin. Di navbera van çeteyan û hêzên me de şer diqewime. Di vî şerî de şervaneke me ya YPS Jin şehîd ket. Agahiyên berfireh ên li ser şerê li taxên Dîcle û Mîşîllî wê piştre bên dayîn.
Nasnameya şervana me ya YPS Jin a şehîd ket, bi vî rengî ye:
Nasnav: Jiyan Amargî
Nav paşnav: Gûrbet Kaya
Navê dayik û bav: Feyrûze-Mehmet Beşîr
Ji dayikbûn: 1995 Stenbol
Tevlîbûn: 2014
Roja 19'ê Adarê saet di 17:00 de komek ji POH hewl da bikeve nava taxa Bahçelîevlerê. Yekîneyên me yên berxwedanê li vê koma POH'ê xist û di encamê de polîsekî POH'ê hat kuştin. Wekî din, li taxa Bahçelîevlerê maşîneke zirxî ya bi tîpa akrep hedef hat girtin. Ev maşîna zirxî bi temamî hat rûxandin. Agahiyên berfireh li ser encama vê çalakiyê nehatin bidestxistin. Şerê li vê herêmê dewam dike.
BALAFIREKE KEŞFÊ HAT XISTIN
18'ê Adarê, li taxa Kanîka ya navçeya Mêrdîn Nisêbînê, hêzên me yên YPS'ê balafireke keşfê ya biçûk a li ser herêmê difiriya xistin xwarê.
19'ê Adarê saet di 09:00 de li qada Weysika ya taa Kanîka, şervanên me yên YPS Jin çeteyekî DAIŞ'ê bi sûîqestê, çeteyekî din ê DAIŞ'ê jî bi çekên ferdî hedef girtin û kuştin.
19'ê Adarê saet di 17:00 de komek ji leşkeran a li kolana Nîsanê, komek ji leşkeran dema diketin nava malekê, hêzên me li wan dan. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Danê nîvro jî li heman herêmê, hêzên me bi bombeyên destan li maleke ku leşker tê de bûn xistin. Hejmara kuştiyên hêzên dewletê ya li vir nehat zelalkirin.
DERBÊN XURT LI MAŞÎNEKE ZIRXÎ YA BI TÎPA KOBRA HATIN XISTIN
19'ê Adarê yekîneyên me li taxa Şehîd Gelhat li maşîneke zirxî ya Kobra xistin. Di encama lêdana derbên xurt de li maşîna zirxî bû ku nema karibe bê bikaranîn. Kuştî û birîndarên polîsên li vê derê nehat zelalkirin.
LI NISÊBÎNÊ 2 ŞERVANÊN YPS'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN
Nasnameyên 2 şervanên YPS'ê yên roja 19'ê Adarê li Nisêbînê şehîd ketin bi vî rengî ne:
Nasnav: Zerdeşt Botan
Nav paşnav: Nesîm Atabey
Navên dayik û bav: Ayşe-Alaadîn
Ji dayikbûn: 1996
Nasnav: Rêber
Nav paşnav: Mehmet Temîzer
Navên dayik û bav: Fîkriye-Avaz
Ji dayikbûn: 1998 Serêkaniyê - Riha
Roja 19'ê Adarê saet di 21:00 de li navbera taxên Gungor û Cûmhûriyetê 2 teqînên dijwar rû dan. Encamên vê teqînê hînê eşkere nebûye. 20'ê Adarê saet di navbera 05:00-09:00 de hêzên dewletê bi çekên giran û teknîkê bombeyan lit axên Gungor û Cûmhûriyetê dibarînin.
Di encama teqînên mezin ên 19'ê Adarê de, dibe ku ji gelê herêmê mirovan jiyana xwe ji dest dabin. Hejmara ku dewlet weke kuştî û birîndarên YPS'ê di nava 7 rojên dawî de diweşîne, derew in."