FKÊ Newroz pîroz kir

Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) bi daxuyaniyekê, Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurdistanê, tevahiya mirovahiyê û civaka Êzidî pîroz kir.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) bi daxuyaniyekê, Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurdistanê, tevahiya mirovahiyê û civaka Êzidî pîroz kir.

Di peyama FKÊ de hat gotin, "Em hêvîdar in Newroza 2016'an ji bo gelê Kurd bibe mebesta aştî, yekitî, azadî û demokrasiyê" û hat destnîşankirin, ku Newroza 2016'an ji hemû Newrozên derbasbûyî xwedî wateyeke cuda û girîng e.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser şerê vînê yê di asta herî bilind de tê meşandin û hat gotin, "Armanc û hewldanên dewleta AKP'ê ew e ku vîna gelê me bişikîne, siyaseta înkar û tinekirinê li ser gelê me ferz bike. Lê dewleta AKP'ê bi ser nakeve, kela zilmê her ku diçe tengav dibe û hildiweşe. Lewma di zilm û êrîşê de sînoran nas nake û kiryarên dij mirovahiyê dike."

FKÊ bibîr xist, nêzî saleke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava tecrîdeke şidandî de tê ragirtin û wiha dewam kir: Li dijî konsepta tinekirinê, têkoşîna gelê Kurd îro li Bakurê Kurdistanê, li Rojava û Şengalê gihîştiye asta herî bilind. Ji her demê bêhtir em nêzî azadiyê ne. Her çiqas, astengî zêde bin û têkoşîna gelê Kurd di nava şert û mercên zehmet de be jî, bê navber dewam dike. Em di wê baweriyê de ne, berxwedana gelê Kurd a xwerêveberiyên xweser li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Hezex, Şirnex û li hemû qadên jiyanê tê meşandin, wê hemû lîstikên dijmin pûç bike. Ev berxwedan wê gelê Kurd bi ser bixîne."

FKÊ di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir: "Banga me li hemû sazî û rêxistinên Kurd, bi taybetî li civaka Êzidiyan e, ku bi hemû hêz û derfetên xwe re tevlî pîrozbahiyên Newrozê û çalakiyan bibin. Bi vê bîr û baweriya xurt em careke din Cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd, li berxerdêrên zîndanan, li hêzên parastina gel, tevahiya gelê Kurdistanê, civaka Êzidî û mirovahiyê pîroz dikin."