'Têkildarî Geverê em gelekî bi fikar in; em derhal bikevin nava tevgerê'

Parlamenterê HDP'ê Yildirim têkildarî îdîayên ku dibêjin li Geverê çeka kîmyewî hatiye bikaranîn got, "Dema mirov karê 6-7 mehên dawî yên dewleta AKP'ê binirxînin, tê dîtin ku ji AKP'ê tê hovîtiyeke bi vî rengî bike."

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Yildirim têkildarî îdîayên ku dibêjin li Geverê çeka kîmyewî hatiye bikaranîn got, "Dema mirov karê 6-7 mehên dawî yên dewleta AKP'ê binirxînin, tê dîtin ku ji AKP'ê tê hovîtiyeke bi vî rengî bike." Yildirim bang li saziyên neteweyî û navneteweyî kir û got, "Em dixwazin ber bi Geverê ve bimeşin û dorpêçiyê bikişînin."

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadîr Yildirim bibîr xist, ku dewleta Tirk nahêlin saziyên mafên mirovan û rêxistinên civakî yên sivîl xwe bigihînin taxên Geverê yên tên bombekirin û diyar kir, ev yek fikarên wan ên li ser bikaranîna çeka kîmyewî li hemberî van taxan, zêde dike. Yildirim bang li saziyên navneteweyî û neteweyî kir, ku ji bo Geverê bi lezgînî bikevin nava tevgerê.

Alîkarê Hevserokan ê ji Karê Rêxistinbûyînê Berpirsyar, Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadîr Yildirim, têkildarî îdîayên ku dibêjin hêzên dewletê li navçeya Colemêrg Geverê çekên kîmyewî bi kar anîne, daxuyaniyek da.

Yildirim da xuyakirin, ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, "Dema mirov karê 6-7 mehên dawî yên dewleta AKP'ê binirxînin, tê dîtin ku ji AKP'ê tê her şêwe hovîtiyê bike. Lewma dibe ku li Geverê çeka kîmyewî bi kar anî be."

Yildirim bibîrxist ku li navçeya tê bombekirin, welatiyên sivîl jî hene û wiha pê de çû: "Em bi hikûmet û dewletek her cûre rêbazê şerê qirêj bi kar tîne re rû bi rû ne. Beriya niha jî li Cizîr û Sûrê rewşên bi vî rengî rû dan. Bi taybetî li Cizîrê daneyên ku maddeyên kîmyewî di kanalîzasyonan de hatine bikaranîn derketin holê. Em dizanin ku li Sûrê jî li gel topbaranê, hin gazên ku beriya niha hîç nehatiye dîtin hatine bikaranîn."

Yildirim têkîldarî îdîayên bikaranîna gazên kimyewî bang li raya giştî û saziyên neteweyî û navneteweyî jî kir û wiha axivî: "Topbarana li hemberî bajar û civakê bi tena serê xwe sûcê mirovahiyê ye. Em bi rastiya sûcê şer re rû bi rû ne."

Yildirim destnîşan kir ku destûr nayê dayîn saziyên mafên mirovan an jî saziyên civaka sivîl bikevin Geverê û ev jî dibe sedem ku şik û gumanên wan ên li ser bikaranîna çekên kîmyewê zêde bibin. Yildirim anî ziman ku parlamenter û rêveberên HDP'ê ji ber astengkirina hêzên dewletê nikarin bikevin taxên ku tê îdîakirin gazên kimyewî hatiye bikaranîn û wiha got: "Ji ber vê yekê em ji wan taxan pir kêm agahiyên werdigirin. Ji ber ku xetên telefonê jî li gelek cihan qut bûye. Lê eşkere xuya ye ku êrîşên giran tê kirin."

'EM Ê BIÇIN GEVERÊ Û HEWL BIDIN DORPÊÇIYÊ BIŞIKÎNIN'

Yildirim diyar kir ku divê êrîşên tevkujiyê yên li ser Geverê werin şikandin û di serî de gelê Wanê bang li herkesî kir ku ji bo dorpêça li Geverê were şikandin bikevin nav liv û tevgerê. Yildirim bi van gotinan banga piştgiriya Geverê kir: "Bila zanibin ku em Geverê ji hêzên qatlîamker re nahêlin. Ji ber vê yekê em ê di demeke kurt de ji Wanê ber bi Geverê ve bimeşin û dorpêçê bişkînin. Hemû rêxistin û saziyên demokratîk ên li Wanê amadekariyên xwe dikin. Em car din bang li gelê xwe dikin ku xwedî li berxwedana Geverê derkevin û têkoşînê bilind bikin."