Li Nisêbînê piştî teqînan ambûlans hatin sewqkirin

Li taxên berxwedanê yên Nisêbînê ku êrîşên rejîma AKP’ê bê navber dewam dikin, berxwedana endamên YPS û YPS Jinê didome.

Piştî 3 teqînên li pey hev ên li Taxa Abdûlkadîrpaşa, gelek ambûlans sewqî qada teqînê hatin kirin.

Li Nisêbînê ku şerên dijwar diqewimin, hêzên rejîma AKP’ê li ser taxên berxwedanê top û hewanan dibarîne. Di êrîşên li ser taxên Firat, Abdûlkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcleyê de ji tankên li qada Newroz û Rêya Îpekê hatine bicihkirin bê navber tax tên topbarandin. Di topbaran li ser malan de gelek mal bûne xirbe.

Her wiha ji tanên li Goristana Veysîka hatine bicihkirin jî Taxa Yenîşehîrê tê bomberdûmankirin. Ji Tabûra Leşkerî jî hewan li ser taxan tên barandin, ji ber top û hewanan di gelek malan de şewat derket.

Ji ber teqînên dijwar ên li pey hev, ji taxê dûman bilind dibin, her tim ambûlans sewqî taxan tên kirin. Li gel vê jî gelek wesayîtên Ford Ranger berê xwe dan taxên berxwedanê.

Li ser taxên berxwedanê êrîş bi tevahî leza xwe didomin, li taxên Firat û Abdûlkadîrpaşa yên şerên dijwar lê diqewimin jî hêzên YPS û YPS Jinê bersivên tund didin çeteyên dewleta Tirk. Li taxan her tim teqînên dijwar rû didin.

Piştî 3 teqînên li pey hev ên li Taxa Abdûlkadîrpaşa, gelek ambûlans sewqî qada teqînê hatin kirin.