'Ciwanên Kurd wê nehêlin xaka wan bê dagirkirin'
Kordînasyona Komalên Ciwan got, "Ciwanên Kurd mîna Mazlûm Dogan, Zekiye û Rahşan ên weke Kawayê hemdem tên naskirin, jiyana xwe kirine xelekek ji agir û di jiyana bi rûmet de bi biryar in."
Kordînasyona Komalên Ciwan got, "Ciwanên Kurd mîna Mazlûm Dogan, Zekiye û Rahşan ên weke Kawayê hemdem tên naskirin, jiyana xwe kirine xelekek ji agir û di jiyana bi rûmet de bi biryar in."
Kordînasyona Komalên Ciwan li ser Newrozê daxuyaniyek weşand û got, "Ciwanên Kurd mîna Mazlûm Dogan, Zekiye û Rahşan ên weke Kawayê hemdem tên naskirin, jiyana xwe kirine xelekek ji agir û di jiyana bi rûmet de bi biryar in. Lewma ciwanên Kurd wê ti carî nehêlin xaka wan a Kurdistanê bê dagirkirin."
Kordînasyona Komalên Ciwan da xuyakirin, ku roja Newrozê, li cem gelê Rojhilata Navîn wek roja nû, hatina biharê û wek cejneke pîroz tê pejirandin. Kordînasyonê destnîşan kir, ku her gelekî li gorî çand û dîroka xwe, wateyek li vê roja pîroz kiriye û wiha dewam kir: "Li seranserê vê axê ev roj, wek şahî hatiye pîrozkirin. Ji bo gelê Kurdistanê jî ev roj, ji dîrokê ve bi wateya xwe ya berxwedanê heya îro hatiye û wekî gelekî jiyanek çandî di bîra Kurdan de, bi Newrozê ve jiyan nûjen bûye. Li hember Dehaq serî rakirin û serketin di heman demê de ji bo Kurdan mafê jiyana azad afirandiye. Ev ruh û bîra dîrokî, di berxwedana li hember faşîzma Tirk a dagirker de, li zindanan jî, xwe ji nû ve nûjen kir û bû xeta serketina Kurdê serhildêr. Îro jî Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Şirnex û Geverê ev ruhê Newrozê yê berxwedêr têdikoşe û li hember çeteyên dileûran li ber xwe dide. Bi vê mabestê em, berxwedana keç û xortên Kurdan ên parçeyek ji agirê Mazlûm Dogan pêk hatiye silav dikin û serketin dixwazin.
Li rûye dinê ti şahî ango pîrozbahî wekî şahiya berxwedan û azadiyê mezin û bi wate nin e. Lewma jî, ji Kawayê hemdem Mazlûm Dogan heya Zekiye û Rahşanan ciwanên kurd bi dilxweşî canê xwe dane ber agir û agire jiyana rûmetê gur kirine. Ji ber ku ciwanên Kurd dagirkirina xaka Kurdistanê ti carî nepejirandin. Dîlana Newrozê bi agirê bedena xwe tahir kirin. Û li Kurdistanê Newroz bi awayekî herî zelal bû roja berxwedana li hember dagirkeran û zilmkaran. Ji ber vê heqîqetê divê dîsa îro ciwanên Kurd pîrozbahiyên Newrozê di asta herî jor de pêk bînin. Lewra Kurd îro di pêşengiya Ciwanên welatparêz de berxwedaneke dirokî dimeşînin. Ji dagirkeriya Tirkan a li ser Kurdistanê îro bi destê dêlegûrên qesra sipî yên girêdayî serokçete Erdogan ve tê meşandin. Ev dagirkerî bi mabesta helandina nasnameya Kurd, tinekirina çanda Kurdistanî, kolekirina kesayeta Kurd ve tê kirin. Îro şerê li axa Kurdistanê li hember Kurdan tê meşandin di rastiya xwe de nasnameya azad a Kurdî, ku Kurdan bi xwîna hezar şehîdan bi dest xistiye tinekirine. Yanî nûroja ku keç u xortên Kurdan ku bi keda xwe ya bi salan pêk ve aniye tarî kirinê armanc dike. Bê guman tovên reh berdane dirokê wê bi hêza xwe ve bibe mîsogeriya serketina li hember dêlegûran. Çawa ku di şexsê Mazlûm Dogan de cuntaya faşîst têk çû îro jî bi berxwedana di şexsê şehîd Mehmet Tûnç û hemû şehîdan de mezin dibe wê çeteyên qesrê têk bibe. Divê ji bîr nebe ku xezeba ciwanên fedaî yên welatparêz, wê çete-dêlegûrên serçete Erdogan qehir bike.
Dîsa divê ti kesên xwefiroş, hesabên şaş nekin û ziman direjiya nekin li hember berxwedana gelê me. Newroz ji bo Kurdan eger roja berxwedanê be du kes zêde an jî kêm ne mûhime ya mûhim ew ku ruhê berxwedêr dijî an na, ango ji dagirkeran re axa Kurdistanê teng dibe an na ya girîng ev e. Eger li her dera Kurdistanê ge dîlana berxwedanê digerîne tê wê wateyê ku ruhê Mazlûm û PKK'ê li qadan li ber xwe dide. Divê bê zanîn ku beriya 40 salan ji ber ku nasnameya Kurdî hatibû çewisandin ti derê çar kurd nedikaribûn bêne gel hev du. îro jî qad bi qad Newroz tê pîroz kirin. Ev rastî bi ti propaganda reşkirinê nayê tarîkirin.
Bê guman ev xeta berxwedanê ku îro li Kurdîstanê kuçe kuçe, kolan kolan li ber xwe dide xeta Rêber APO ye. Em di serî de Newrozê li Rêber APO hemû şehidên şoreşê, malbatên şehîdan, hemû gelê Kurdistanê û hevrêyên niha li qadên berxwedanên di çeperên şer de li ber xwe didin pîroz dikin. Û banga mezinkirina berxwedanê li hemû ciwanên APO'yî dikin. Divê bi ruhê Newrozê yê berxwedêr hemî qadên me bibin deverên serhildanê."