Ji Kordînasyona Êzidiyên Şengalê peyama Newrozê
Kordînasyona Êzidiyên Şengalê bi peyamekê Newroz li tevahiya gelê Kurd û gelên bindest pîroz kir û li dijî şerê topyekûn ê li hemberî gelê Kurd tê meşandin, banga gurkirina agirê Newrozê kir.
Kordînasyona Êzidiyên Şengalê bi peyamekê Newroz li tevahiya gelê Kurd û gelên bindest pîroz kir û li dijî şerê topyekûn ê li hemberî gelê Kurd tê meşandin, banga gurkirina agirê Newrozê kir.
Kordînasyona Êzidiyên Şengalê bi wesîleya Newrozê peyamek weşand û Newroza 2016'an li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cangoriyên têkoşîna azadiyê, jin, ciwan û dayikên Kurd ên di çeperan de bi ruhê Mazlûm, Kemal û Xeyriyan li ber xwe didin, pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Newroza 2016'an wê bi ruhê berxwedan û têkoşînê re bibe sala aştî û azadiyê û hat gotin, "Çawa ku di dîrokê de li hemberî zilma Dehaqan, Kawayê Hesinkar bi ruhê berxwedan û têkoşînê agirê azadiyê pêxist, îro jî keç û xortên Kurdan li hember zilma serdestan serî xwe natewînin. Agirê azadiyê di lutkeyên bilind de pêdixin."
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Li bakurê Kurdistanê xwerêveberî, li Rojava û Şengalê li hember dijminê mirovatiyê DAIŞ'ê têkoşîneke mezin tê meşandin. Îro li çar parçeyên Kurdistanê bi hişmendiya faşîzan a Dehaqên nû, bi polîtîkayên gemarî, bêyî ku bêje jin e, zarok e her roj bi sedan ciwanên me qetil dike, tecawiz dike û tine dike."
Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Kobanê û Şengal ku îro bûne cihê berxwedanî li hember tevahiya êrîşan, bi vîna ku rêveberiya xwe ya xweser ava bike, azadiya xwe bigre dest serê xwe natewîne û têdikoşe. Li hember her rengê zilmê di sekna azad de israr dike."
Kordînasyona Êzîdiyên Şengalê li dijî şerê topyekûn ê li hemberî gelê Kurd tê meşandin, banga gurkirina agirê Newrozê kir.