Di kongreya Komeleya Dostaniyê ya Kurd-Breton de berxwedan hat silavkirin
Di kongreya Komeleya Dostaniya Kurd-Breton de berxwedana li Bakurê Kurdistanê û federasyona li Rojavayê Kurdistanê hatin silavkirin.
Di kongreya Komeleya Dostaniya Kurd-Breton de berxwedana li Bakurê Kurdistanê û federasyona li Rojavayê Kurdistanê hatin silavkirin.
Komeleya Dostaniya Kurd-Breton (Amites Kurdes de Bretagnes) a li bajarê Fransa Rennesê, li Doûarnenezê 20. Kongreya xwe ya Asayî lidar xist.
Kongre li salona şaredariyê pêk hat û axaftina vekirinê ji aliyê Serokê Komeleyê Andre Metayer ve hat kirin. Metayer diyar kir, ew ê piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd zêde bikin. Metayer da zanîn, ku Kurd hem li hemberî DAIŞ'ê hem jî li hemberî çeteyên AKP'ê berxwedaneke bi rûmet nîşan didin û nerazîbûn nîşanî bêdengiya Fransa û welatên Yekîtiya Ewropayê ya li pêşberî komkujiyan da. Metayer, federasyona li Rojava hat ragihandin, silav kir.
Berpirsyarê Festîvala Fîlman a Doûarnenez Yann Stephant jî li vir peyivî û bibîr xist ku ew berî demeke kurt li Kurdistanê bû. Stephant destnîşan kir ku ew ê di festîvala 2016'an de bi giranî cih bide fîlmên li ser qîrîna gelê Kurd.
'EM XWEDÎ LI BERXWEDANÊ DERKEVIN'
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Amara li Rennesê Mahmût Aydin, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Engîn Sîncer li Nantesê Sînan Zer di kongreyê de pêvajoya li Kurdistanê nirxandin. Aydin û Zer nerazîbûn nîşanî ragirtina navê PKK'ê li lîsteya rêxistinên 'terorîst' û eşkerenekirina komkujiya Parîsê dan. Aydin û Zer banga xwedîderketina berxwedana li Bakurê Kurdistanê kirin.