Êlihî li dijî polîsên êrîşî Newrozê dikin li ber xwe didin

Li Êlihê, polîsên Tirk êrîşî welatiyên agirê Newrozê dadan, kirin. Gel piştî êrîşê dest bi xweparastinê kir.

Piştî ku pîrozbahiya Newrozê ya li Êlihê ji aliyê AKP'ê ve hat 'qedexe'kirin, polîsên tîmên taybet dor li qada Newrozê ya li Otogara Nû girtin.

Bi sedan kes li Xaçerêya Koçeran a li taxa Baglarê li hev civiyan, agirê Newrozê dadan û dest bi qîrîna dirûşmên berxwedanê kirin.

Çeteyên AKP'ê jî bi bombeyên gazê û ava şid êdî gel kirin.

Girseya gel li hemberî van êrîşan dest bi xweparastinê kir û li nava kolanan niha li ber xwe dide.

Êrîşa polîsan û berxwedana gel dewam dike.