Ji girtiyên PKK û PAJK'î peyama 'Newrozê': Berxwedan bi ser dixîne

Girtiyên PKK û PAJK'î Newroz pîroz kirin û banga mezinkirina berxwedanê kirin.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê tên ragirtin, ji bo Newrozê mesajek weşandin.

Di daxuyaniya li ser navê Denîz Kaya hat weşandin de hat ragihandin, di serdema sedsala 21'an de, li dijî zext û zilma bi hezaran Dehaqan xwestin li gelan bikin, Kawayên hemdem her tim derketine holê û li ber xwe dane.

Girtiyan gotin, "Kawayê hemdem Mazlûm Dogan, ku bi sê derbikên niftikê û şiyara 'berxwedan jiyan e' li zîndana Amedê agirê Newrozê dada, bi berxwedana xwe re rejîma faşîst a 12'ê Îlonê şewitand. Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan bi vê yekê re tîna agirê Newrozê gihand hemû gelan. Hevrê Sema, Rahşan, Ronahî û Bêrîvan, li dijî hêzên paşverû faşîst, bi şewitandina bedena xwe re, berxwedan bi coşa Newrozê radestî jinên Kurd kirin."

Di peyamê de hat bibîrxistin, ku tevgera gel û azadiyê di pêvajoyên krîtîk re derbas bûye û hat gotin, "Li dijî êrîşên xwînxwarî yên hikûmeta AKP'ê ya faşîst, em bang li her kesî dikin ku li hev bicivin û li ber xwe bidin. Bi coşa Newrozê re têkbirina zaliman û darizandina wan li nava gel, wezîfe û berpirsyariya her mirovekî ji xwe re dibêje 'ez bi rûmet im, demokrat im û însanim' e."

Girtiyên PKK û PAJK'î Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan jî silav kirin û gotin, "Bi şiyara 'teslîmiyet rê li ber xiyanetê, pasîfîzm rê li ber têkçûnê, berxwedan jî rê li ber serketinê vedike' em bang li hemû gelên xwe dikin, ku di xeta serketinê de berxwedanê bihûnin."

Di dawiya peyamê de Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cangoriyên têkoşîna azadiyê, gelê Kurd ê cefakar û gelên Rojhilata Navîn hat pîrozkirin.