KCB: Gelê Kurd her der kir qada Newrozê
KCB'ê Newroz pîroz kir û got, "Tevî hemû qedexe û astengiyan jî, gelê Kurd her der veguherand qada Newrozê."

Kongreya Gel a Mezopotamyayê (KCB) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, cejna berxwedan û azadiyê ya gelê Kurd Newroz, bi ruhê berxwedana şoreşgerî ya li Cizîr, Sûr, Silopiya û Nisêbînê re tê pêşwazîkirin. Kongreyê şoreşgerên di vê berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got, "Tevî hemû qedexe û astengiyên ji aliyê dewleta AKP'ê ve tên kirin jî, gel her der kiriye qada Newrozê. Li her derê bi coşeke mezin pîrozbahî tên kirin. Rêxistinên şoreşger li hev civiyan û di 12'ê Adarê de Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan ragihandin. Ev yek bû sedem ku pîrozbahiyên Newroza 2016'an bi coş destpê bike.
Em damezrandina Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan silav dikin û dibêjin ku em ê piştgiriyê bidin wan. Bi vê wesîelyê em cejna berxwedan û azadiyê a gelê Kurd Newrozê di serî de li pêşengên tevgera azadiyê, li şervanan û tevahiya gelê Kurd pîroz dikin."