Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya Newrozê peyamek weşand û Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevahiya gelê Kurdistanê, malbatên şehîdan, hevrêyên têkoşer û li hemû gelên ji vê kevneşopiyê bawer dikin, pîroz kir. Di daxuyaniyê de, di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de hemû şehîdên şoreşê û Newrozê hatin bîranîn.
Fermandariyê da xuyakirin, ku gelê Kurdistanê xwe di nava girê Newrozê de afirandiye hebûna xwe li vê xaka pîroz misoger kiriye û destnîşan kir ku bi pêngava PKK'ê re Newroz hatiye wateya vegera li azadî û nirxên Kurdistanî. Fermandariyê got, "Lewma gelê Kurd bûye gelekî Newrozê, PKK jî bûye partiyeke Newrozê."
'NEWROZA 2016'AN DESTPÊKA PÊVAJOYEKE NÛ YE'
Daxuyaniya NPG'ê wiha dewam kir: "Gelê me Newroza 2016'an bi şiyara 'Rêberê Azad, Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk' pêşwazî dike. Li ser vê bingehê, Newroza 2016 wê bibe destpêka pêvajoyeke nû. Di vê pêvajoya dîrokî de ku wê têkoşîna avakirina civaka nû-demokratîk di asta herî bilind bê meşandin de, HPG wê bi rola xwe rabe û hemû wezîfeyên dikeve ser milê xwe bi cih bîne. Pêvajoya nû ya bi Newrozê re destpê dike, ji bo gelê Kurdistanê pêvajoya çareserî, azadî û şoreşê ye. Di serî de azadiya Rêber Apo, azadiya gelê me û avakirina sîstemeke demokratîk a xwe dispêre biratî û wekheviya gelan, armanca bingehîn e. Di vî warî de wê guhertineke pozîsyonê nebe. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ku gelekî baş bi vê rastiyê dizanin, berê xwe dane azadiya Rêber Apo û xweseriya gelê kurdistanê. Bi ruhê pêvajoyê re, wê di xeta rast de wezîfeyên xwe bi cih bînin. Li hemberî hemû hêzên ku azadî û biratiya gelan dixin nava xeteriyê, ji her demê bêhtir em bi biryar in rola xwe bilîzin û xurt in ku di asteke gelekî bilind de şer bikin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi vê kûrbûnê re Newroza 2016'an pêşwazî dikin.
'EM NEWROZA 2016'AN BI COŞA GERÎLA Û RUHÊ BERXWEDANÊ YÊ APO'YÎ PÎROZ DIKIN'
Li ser vê bingehê, em careke din gelê xwe yê ku di zivistanê de bi fedekariyeke mezin tawîz ji azadiyê neda û di pêvajoya Newrozê de daket qadan careke din silav dikin; Newroza 2016'an a ku Newroza pêngava mezin a azadiyê ye li çiyayên azad, bi coşa gerîla û ruhê berxwedanê yê Apoyî careke din pîroz dikin. Em Newrozê, li hemû şervanên azadiyê yên li herêmên xweseriya demokratîk rê nadin çeteyên AKP'ê yên faşîst, li hemû lehengên azadiyê yên li hemû parçeyên Kurdistanê wezîfeya xwe ya parastinê bi cih tînin, li hevrêyên xwe yên girtî, hemû milîtan û sempatîzanên xwe yên di têkoşîna azadiyê de ne, pîroz dikin. Di meşa serketinê û pêngava azadkirina Rêbe Apo û Kurdistanê de ji her kesî re serketinê dixwazin.
'DIVÊ CIWAN TEVLÎ NAVA REFÊN GERÎLA BIBIN'
Em bang li ciwanên welatparêz ên Kurdistanê yên di vê pêvajoyê de bi roleke girîng rabûn dikin ku di pêvajoya fînalê ya dîroka têkoşîna me de vê helwesta xwe bidomînin û ji bo bibin garantorên parastina nirxên demokratîk tevlî nava refên gerîla bibin."