Jinên Başûrî û Waliyê Helebçeyê, federasyona demokratîk pîroz kirin

Yekîtiya Jinan a Başûrê Kurdistanê û Waliyê Helebçeyê, ragihandina sîstema federasyona demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê pîroz kirin.

Heyete ji Yekîtiya Jinan a Başûrê Kurdistanê Nûnertiya Kongra Star a Başûrê Kurdistanê ya li Silêmaniyeyê ziyaret kir. Heyet ji aliyê Nûnera Kongra Star Nûjîn Yûsûf ve hat pêşwazîkirin. Endama heyetê Sekretera Yekîtiya Jinan a Başûrê Kurdistanê Sîwan Rustem li vir axivî, federalîzma demokratîk pîroz kir û got, "Ev sîstema nû ji bo me gelekî watedar û girîng e. Ji ber ku hevserokeke vê sîstemê jin e, ev ji bo me hîn bêhtir bi wate û pîroz e."

Rustem got, "Weke Yekîtiya Jinan a Başûrê Kurdistanê em destekê didin vê sîstemê. Di vî warî de em amade ne berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Jinên Kurd li rojavayê Kurdistanê berxwedaneke bêhempa nîşan dan û hatin roja îro. Jinên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê îro gaveke ku hemû jinên cîhanê û jinên Kurd pê kêfxweş dike, avêtin. Em ê li cem vê pêvajoya nû cih bigirin û careke din pîroz dikin."

WALIYÊ HELEBÇEYÊ: DIVÊ DESTEK JI VÊ GAVA BI WÊREKÎ RE BÊ DAYÎN

Waliyê Helebçeyê Ebîdûla Mihemed jî îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û federalîzma demokratîk pîroz kir. Walî Ebîdûla got, "Bi munasebeta avabûna herêma federal a Rojava, ez Hevserokên Herêma Federal a Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê Hediye Yûsûf û Mensûr El Selûm û meclîsa damezrîner pîroz dikim.

Di nava van şert û mercan de îlana herêma federal a Rojava girîng e. Berxwedana bi vîn a gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê encam bi xwe re aniye. Hêvîdarim wê welatên cîhanê û civaka navneteweyî hurmetê nîşanî vê vînag elê Kurd bidin û destekê bidin vê gava bi wêrek.

Li ser navê mirovên li Helebçeyê dijîn, vê gava mezin careke din pîroz dikim û kêfxweşiya xwe tînim ziman."