Êrîşa bi top û hawanan a li hemberî Nisêbînê heta danê sibehê dewam kir
Li taxên Nisêbînê yên ku duh tevahiya şevê êrîşên bi top û hawanan lê hatin kirin, berxwedana hêzên YPS'ê di roja 7. de dewam dike.
Li taxên Nisêbînê yên ku duh tevahiya şevê êrîşên bi top û hawanan lê hatin kirin, berxwedana hêzên YPS'ê di roja 7. de dewam dike.
Li qada berxwedanê Nisêbînê, êrîşên hêzên dewleta Tirk heta danê sibehê dewam kirin. Taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcle yên navçeyê heta sibehê bi top û hawanan hatin bombekirin. Di êrîşan de malên welatiyan hedef hatin girtin.
Li taxên berxwedanê teqînên dijwar rû dan. Êrîşên hêzên dewletê bi giranî li hemberî taxên Firat û Abdulkadîrpaşa hatin kirin.
Dewleta Tirk bênavber maşînên zirxî dişîne aliyê taxan. Her wiha car carna ambûlans jî diçin û tên.
Çeteyen qesrê li çar aliyên taxan guleyan direşînin.
Hêzên YPS'ê jî bi berxwedanê bersivê didin êrîşan.