YJA-Star: Gelê Kurd ê bi ruhê Newrozê xwe afirand, wê bi ser keve

Fermandariya YJA Starê di serî de jinên Kurd bang li her kesên bi rûmet kir û got, "Divê jinên Kurd di vê Newrozê de jî bi rola xwe ya dîrokî rabin û jiyana azad ava bikin."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, ji bo Newrozê peyamek weşand û banga têkoşînê kir.

Fermandariya YJA Starê di serî de jinên Kurd bang li her kesên bi rûmet kir û got, "Divê jinên Kurd di vê Newrozê de jî bi rola xwe ya dîrokî rabin û jiyana azad ava bikin."

Fermandariyê di destpêka daxuyaniyê de, cangoriyên têkoşîna azadiyê bi minetdarî bibîr anî û Newroz Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelan û mirovên ji bo jiyaneke azad têdikoşin, pîroz kir.

PARTIYA NEWROZÊ PKK, XWED Û KURDÎTIYA AZAD AFIRAND

Fermandariya YJA Starê da zanîn, ku Newroz li dijî zîhniyeta dixwaze jiyanê tine bike û mirovahiyê bike kole, kombûn, piştgirî û hevgirtina gelan e. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Serdestên ku bi sedan salan e Kurdan tine dihesibînin, înkar dikin û ji nedîtî ve tên, hewl didin bîra mirovahiyê tine û înkar bikin. Di vir de ji gelek aliyan ve bi ser ketin, heta ku PKK weke partiyeke Newrozê hem xwe hem jî Kurdîtiya azad afirand. Bi PKK'ê re xweliya jiyana demokratîk a ku mîrateya dîrokê ye, ji nû ve zindî bû û bi ruhê têkoşîna hezar salan re ji nû ve derket holê."

Fermandarê da xuyakirin, ku di sedsala îro de ne tenê Kurd, mirovahî bi temamî bi xeteriyê re rû bi rû ye û got, "Çawa ku di herikîna dîrokê de Dehaqên dijminê mirovahiyê her tim hebûn, îro jî rastiyeke modernîteya bi kapîtalîzm û faşîzmê derketiye holê û zilmkarên mîna Erdogan ên berhemên vê modernîteyê ne, hene. Erdogan û çeteyên AKP-Qesrê Dehaqên roja îro ne. Çawa ku Kawayên li dijî Dehaqan li ber xwe dan û rûmeta mirovahiyê gihandin roja îro hebûn, îro jî bi dehan, bi sedan Kawayên bûne sembola mirovahiyê û li dijî çeteyên AKP-Qesrê li ber xwe didin hene."

Di dayaniyê de hat ragihandin, ku Newroza 2016'an beriya niha bi mehan li Kurdistanê destpê kiriye û bal hat kişandin ser berxwedanên Cizîr, Nisêbîn, Silopiya, Sûr û gelek herêmên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê.

NEWROZ BI GAVÊN BER BI ROJÊN AZAD VE WÊ JI NÛ VE BAFIRE

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê da zanîn, ku Newroz mîna her demê wê îsal jî bibe destpêkên nû û got, "Mîna her carê, îsal jî wê Newroz bi gavên ber bi rojên nû û azad ve, ji nû ve bafire. Li çar parçeyên Kurdistanê bêguman gelê me wê xwe bigihîne rojên azad. Çawa ku Rojavayê Kurdistanê di encama têkoşîna bi salan de xwe gihand nuqteya diyarkirina çarenûsa xwe, gelên li Bakur, Başûr û Rojhilat jî wê çarenûsa xwe diyar bikin. Pêkhatina vê nêz e. Qadên îsal ên Newrozê divê bi rengekî ji rêzê neyên pêşwazîkirin. Pêwîste weke cejnekê neyê pîrozkirin. Mîna Cizîr û Sûrê divê bibin qadên berxwedanê."

Fermandarê bang li hemû jinan kir, ku xwedî li berxwedana xwerêveberiyê ya mîna Newrozê tê wateya roja nû derkevin û got, "Divê jin cihê xwe di nava hêzên xweparastinê yên xwe weke YPS Jin pênase dikin, bigirin. Ruhê li qada xwerêveberiyê derketiye holê, ruhê azadiya jinê ye. Divê ev ruh di hemû demên berxwedanê de bê jiyîn û veguhere sekna jiyanê. Girîng e jin bi rola xwe ya dîrokî rabe û jiyana azad ava bike."

Di dawiya daxuyaniyê de Fermandariya YJA Stabarê bang li her kesên xwedî rûmeta mirovahiyê, bi taybetî jî bang li jinan kr, ku li dijî çeteyên AKP-Qesrê li ber xwe bidin û têkoşînê mezin bikin.