Êrîşa çeteyên Qesrê hat şikandin
Çeteyên Qesrê yên hewl dan xwe berdin nava taxên berxwedanê yên Şirnexê, di encama berxwedana YPS û YPS Jin de, neçar man xwe vekişînin. Hêzên dewletê bênavber top û obusan davêjin bajêr.
Çeteyên Qesrê yên hewl dan xwe berdin nava taxên berxwedanê yên Şirnexê, di encama berxwedana YPS û YPS Jin de, neçar man xwe vekişînin. Hêzên dewletê bênavber top û obusan davêjin bajêr.
Li Şirnexê, berxwedana li dijî êrîşên qirkirinê di roja 6. de dewam dike.
Li hember êrîşên hêzên dewletê ku bi taybetî li ser taxên Dîcle, Yeşîlyûrt, Cûmhûriyet û Gazîpaşa berxwedana YPS/YPS-JIN’ê ya heybet didome. Di encama topbarana hêzên dewletê de li gelek avahiyan şewat derket û dû bi ser bajêr de ket.
Hêzên dewletê ku xwestin têkevin nava taxên berxwedanê yên Yenîmahalle, Yeşîlyûrt, Gazîpaşa ve Îsmetpaşa rastî berxwedana hêzên YPS/YPS-JIN’ê hatin. Hêzên dewletê ji neçarî xwe vekişandin û dîsa bi tank û topan êrîş pêk anîn.
Êrîşa bi topan didome.