Dewleta Tirk cerdevanên nû şand Şirnexê

Li Şirnexê, ku terora dewleta Tirk di roja 6. de ye, gelek cerdevanên nû tevlî operasyonan bûn.

Li Şirnexê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî taxên berxwedanê di roja 6. de ne.

Êrîş bi dijwarî dewam dikin. Li Şirnexê, cerdevan jî di nava êrîşan de cih digirin.

Beriya niha cerdevanên ji Elkê, Qilaban û Dêrgulê tevlî operasyonan bûbûn. Niha jî ji bajarokê Qesrîk, gundên Yenîaslanbaşar, Başagaç, Guneyceban û Guneyçamê cerdevan tevlî operasyonan bûn.