Karayilan: Newroza 2016'an wê bibe Newroza meşa serketinê
Cejna Newrozê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke bi heybet hat pîrozkirin. Karayilan di axaftina xwe ya li vir de got, "Newroza 2016'an wê bibe Newroza çareseriyê ya gelê me; wê bibe destpêka nû, bibe Newroza meşa serketin û azadiyê."
ANF
BEHDÎNAN
duşem, 21 adarê 2016, 12:30
Cejna Newrozê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê gerîlayên HPG û YJA Star ve hat pîrozkirin. Di merasîma li vê derê de Fermandarê Biryarghea Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan, endamên Fermandariya Biryargeha Navendî Bawer Dêrsim, Îrfan Amed, ji fermandarên YJA Starê Jînda Ronahî, Zozan Mardîn û gelek gerîla amade bûn. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan li vir axivî.
Karayilan li ser navê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û hemû mirovên ji kevneşopiya Newrozê bawer dikin, pîroz kir. Karayilan di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr anî û got, "Em ê bîranîna şehîdên xwe bi serxisitna têkoşîna afirandina 'Rêberê Azad - Kurdistana Azad' tacîdar bikin."
GELÊ ME SERÎ LI BER ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK NETEWANDIYE
Karayilan di axaftina xwe ya li vê derê de bal kişand ser êrîşên dewleta AKP'ê yên bi hevkariya çeteyên DAIŞ'ê li hemberî gelê Kurd û got, "Daxwaza gelê me ya xweseriya demokratîk, daxwazeke mafdar û gerdûnî ye. Mêtîngeriya Tirk û dewleta AKP'ê bi şîdetê bersiv da vê daxwaza gelê me. Me dît ku bi tank, top û çekên ji her celebî, bajarên Kurdistanê xera kirin. Dewleta AKP'ê, qirkirin û komkujiyên berê li ser bingeha Plana Şark Islahat hatin kirin, di dema dawî de li Cizîr û Sûrê pêk anî. Lê belê gelê me serî li ber van êrîşên dewleta Tirk netewand. Rêberê Gel ê Cizîra Botan Mehmet Tûnç got, 'Em ê serî netewînin'. Got, 'Me serî netewand, ên didin ser şopa me bila bi me serbilind bin'. Gelê me bi vî rengî li ber xwe da. Li Amed, Botan, Mêrdînê li ber xwe da. Niha jî li Gever, Şirnex û Nisêbînê şer heye. Li van bajaran niha berxwedaneke mezin û dîrokî heye. Faşîzma AKP'ê ev 8 roj in bi tank û topan li van bajarên me dide.
GELÊ ME BI TI AWAYÎ TESLÎMÎ KOMKUJIYÊ NABE, WÊ LI BER XWE BIDE
Em vê yekê bi awayekî vekirî dibêjin: Di çarçoveya deklarasyona Rêber Apo de em timî ji çareseriya aştiyane re amade bûn. Ev Newroz dikare bibe Newroza pêngaveke nû. Eger derfetên azadiya Rêber Apo pêşkêş bikin û astengiyên li pêşiya wî rakin, dikare bibe destpêkeke nû. Lê eger vê nekin, bixwze bi komkujî û şîdetê re gelê me teslîm bigirin, ev gel teslîm nabe."
Karayilan da xuyakirin, ku bi Newrozê re serdemeke nû destpê kiriye û got, "Ev sala Newrozê sala çareseriyê ye." Karayilan bang li gelê Kurd kir ku xwedî li berxwedana pîroz a li Gever, Şirnex, Amed û Nisêbînê derkeve û got, "Divê gelê me bi taybetî ber bi Geverê ve biherike. Dem dema xwedîderketina li hev e; dema fedekariya bilind, dema şeref û rûmetê ye. Eger di vê dema dîrokî de em bibin yek, li hev xwedî derkevin, fedekariyê bikin, wê demê serketin a me ye. Wê mêtîngeriya Tirk têk biçe. Ji xwe ew li pêşberî berxwedanên Sûr, Cizîr û Hezexê têk çûn."
Karayilan diyar kir, berxwedana gelê Kurd berxwedana azadiyê û demokratîkkirina Tirkiyeyê ye û destnîşan kir; armanca Rêberê Azad, Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk e.
HPG JI HER DEMÊ BÊHTIR XURT E
Fermandarê Biryargeha Navendî ya NPG'ê Mûrat Karayilan da zanîn, ku Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê ji her demê bêhtir xurt in û wê hesabê hemû komkujiyan ji dijmin bipirsin. Karayilan got, "Gelê Kurd wê li ber kesî serî netewqîne, wê neyê ser çokan, wê xwe biparêze û bersiva pêwîst bide."
EM Ê BI SER KEVIN
Karayilan axaftina xwe bi vî rengî temam kir:
"Rast e; em li çareseriyeke demokratîk û aştiyane vekirî ne. Lê em ê li hemberî hovîtiyê jî li ber xwe bidin. Ev berxwedana me berxwedana azadiyê, berxwedana demokrasiyê, berxwedana biratiya gelan e. Li dijî wehşeta çeteyên AKP û DAIŞ'ê berxwedana mirovahiyê ye. Divê her kes vê heqîqetê bibîne. Herî zêde jî divê ciwanên Kurd vê rastiyê bibînin; hîn bêhtir tevlî bibin û berxwedanê mezintir bikin. Meşa me ya di vê dema dîrokî de meşa azadiya Rêber Apo, xweseriya Kurdistanê û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Em ê bi ser kevin. Newroza 2016'an wê bibe Newroza çareseriyê ya gelê me; wê bibe Newroza destpêkeke nû, bibe Newroza meşa serketin û azadiyê. Bi vê hêvî û baweriyê, ez careke din Newrozê li hemû hevrê, gelê me, dostên me ji dil pîroz dikim û dibêjim 'Bijî Newroz', 'Bijî Rêber Apo'."