Gel li Colemêrgê bi berxwedanê Newrozê pîroz dike
Li Colemêrgê, tevî qedexe û êrîşên polîsên Tirk jî gel li taxan li hev civiya, agirê Newrozê dada û Newroz pîroz xist.
Li Colemêrgê, tevî qedexe û êrîşên polîsên Tirk jî gel li taxan li hev civiya, agirê Newrozê dada û Newroz pîroz xist.
Tevî 'qedexeya' kêfî ya Waliyê Tirk ê li Colemêrgê jî, li taxên navenda bajêr Newroz hat pîrozkirin. Polîsên Tirk bi bombeyên gazê û ava şîd êrîşî girseya gel a li taxan li hev civiya kirin.
Li taxa Medreseyê, Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadîr Yildirim jî di nav de girseyeke qelebalix xwest Newrozê pîroz bike. Lê polîsên rejîmê bi ava şid û fîşekên plastîk êrîş kirin.
Gel jî li hemberî êrîşan li ber xwe da. Tax ji aliyê polîsên Tirk ve hatine dorpêçkirin.
Di encama êrîşan de 5 xebatkarên Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê teyran hatin binçavkirin.