Çeteyên Qesrê malan didin ber agir
Parlamenterê HDP’ê Ferhat Encu diyar kir ku çeteyên Qesrê malên li Taxa Tûrgût Ozalê didin ber agir.
Parlamenterê HDP’ê Ferhat Encu diyar kir ku çeteyên Qesrê malên li Taxa Tûrgût Ozalê didin ber agir.
Li navçeya Hezex a Şirnexê ji 16’ê Sibatê ve qedexeya kolanan di roja 36’emîn de dewam dike, çeteyên Qesrê talankirina malên û milkên welatiyan didomînin.
Parlamenterê HDP’ê Ferhat Encu yê li navçeyê ye, ragihand ku hêzên çekdar ên dewletê û cerdevan îro careke din malên li Taxa Tûrgût Ozalê dane ber agir.