Yuksek: Gel wê AKP’ê bavêjin sergoyê dîrokê

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek di Newroza Sêrtê de axivî, got: “Her çiqasî hûn zextê bikin jî, hûn ê di demeke kurt ji desthilatiyê bikevin. Gel wê AKP’ê bavêjin sergoyê dîrokê.”

Bi deh hezaran welatê li Taxa Bariş a Sêrtê Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiya bi rêzgirtinê destpê kir de berxwedana xwerêveberiya Bakurê Kurdistanê û federasyona Rojava hat silavkirin. Polîsên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK’ê kirin hincet, bi TOMA’yan ketin qada Newrozê. Li ser nerazîbûna gel, polîs neçar man ji qadê vekişiyan. Di pîrozbahiya ku welatiyên ji Dihê û Berwarî jî tevlîbûn de bi agirê Newrozê govend hatin gerandin. Gelê Şirnexê yê ji ber êrîşên qirkirinê ji warê xwe koçî Sêrtê kirin jî di qadê de cih girtin.

Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Şakîr Şendûryildiz axivî, got meha Adarê meha li dijî dîktatoran berxwedanê ye.

Piştre li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Hediye Sutçu got hêvî dike ku Newroz ji rondikên dayikan re bibe çare.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek jî di serî de dayik, Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dîlgirtiyên di zindanan de pîroz kir.

Yuksek got Erdogan şerê li welat ferz dike, wiha dewam kir:

“Li vî welatî wek ew dibêjin şerekî azadiyê tineye, şerekî rizgariyê tineye. Ev şer ne qedera me ye. Çareserî mimkûn e. Yê şer ferz dike Erdogan e. Ji bo vê wê hikûmetek nû saz bike. Eger hûn dibêjin ‘bila ev şer dewam bike’, Erdogan destek bikin. Eger na, divê em bi hev re bêjin ‘raweste’ û hikûmetek nû ava bikin.”