Li Rojava Newroza Federalîzma Demokratîk

Federalîzma Demokratîk mohra xwe li pîrozbahiyên Newroza Rojava da.

Di axaftinên pîrozbahiyê de hat destnîşnakirin ku serketinên Federalîzma Demokratîka Rojava-Bakurê Sûriyeyê wê ji kirîza Rojhilata Navîn re rêyek mînak veke.Pîrozbahiyên Newrozê yên li Dirbêsiyê, Amudê, Qamişlo, Tirbespiyê û Dêrikê bi axaftinan dom kirin. 

QAMIŞLO

Di pîrozbahiya li gundê Elî Firo de piştî pêxistina agirê Newrozê, Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed axivî.

Îlham Ehmed bal kişand ser Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Suriyeyê û wiha axivî: “Ev sîstema ku çend roj beriya niha bi îradeya hemû pêkhateyên herêmê hatiye avakirin, ketiye rojeva hemû cîhanê. Xeyala derdorên ku li bendê bûn sîstema Rojava têk biçe, pêk nehat. Bi îlankirina sîstema nû re van derdoran derbeyek mezin xwar. Ev proje bi xwîn û keda têkoşerên azadiyê pêk hatiye, lewma ev ê jiyanek bi rûmet ava bike.”

Îlham Ehmed li ser hevdîtinên Cinêvê û helwesta şandeyên opozîsyona Suriyeyê jî rawestiya û wiha axivî: “Opozîsyona ku li Cinêvê li ser navê gelên Sûriyeyê daxivin, dibêje ku gelê Sûriyeyê yê ku di sala 2011’an de nasname wergirtine, mafê wan ê tevlîbûna hilbijartinan nîne. Bi vê nêzîkahiyê ti ferqa vê opozîsyonê û rejîma Baasê tune ye. Baas jî nasnameya gelê Kurd nas nekir. Opozîsyon jî dixwaze careke din Kurdan bê maf bihêle.”

Îlham Ehmed bal kişand ku ev zêdetirî 2 mehan e li ser taxa Şêxmeqsud a Helebê êrîş hene û wiha dom kir: “Ev derdorên ku êrîş dikin, dizanin ku gelên Sûriyeyê bi pêşengiya Kurdan, ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ne. Lewma êrîş dikin. Azadiya ku xwe dispêre jiyana hevbeş, zincirên zilm û dîktatoriyê wê bişikîne. Sîstema ku nû tê avakirin, wê desthilatdariya wan bi dawî bike, lewma êrîş dikin.”

Îlham Ehmed berxwedana gelê Bakûrê Kurdistanê silav kir û got ku AKP dema xwe ya dawî dijî, lewra êrîşên dijwar pêk tîne.

Piştre rêveberê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersum axivî, destnîşan kir ku Newroz roja berxwedan, ked û dema azadiyê ye. Bersum bang li hemû gelan kir ku têkoşîna hevbeş li tevahiya Sûriye û Rojhilata Navîn pêş bixin.

Bernameya Newrozê bi strananan didome.

DIRBÊSIYÊ

Di şahiya pîrozbahiya Newrozê ya bajarê Dirbêsiyê de, Endamê Desteya Rêveber a TEV- DEM’ê Aldar Xelîl axivî.

Aldar Xelîl cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li gelên bindest , Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê û Rojhiata Navîn pîroz kir. Xelîl anî ziman ku Newroza îsal xwedî wate ye û wiha dom kir: “Newoza 2016‘an Newroza pêşxistina sîstemeka demokratîk ku tevahî gelên Rojava bi azadî jiyana bikin e. Ev sîstem bi saya yektiya hemû gelan ku jiyana hevbeş esas digirin wê biser bikeve, dikare bibe riya çareseriyê ji tevahî gelên Rojhilata Navîn û wê ji kirîzî derbixe.”

Aldar Xelîl destnîşan kir ku her çiqasî ev sîstem ji aliyê gelan ve hatibe qebûlkirin jî, dijminên vê sîstemê hene û wiha got:”Gelê Kurd bi hezaran salan bê nasname jiya, lê bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, Rêveberiya Xweseriyê îlan kir. Îro jî Sîstema Federalî hate îlankirin, lê dijmin vê yekê qebûl nakin, dibêjin ‘we rewabûna xwe ji kû derê aniye?’, dibêjin ev sîstem Sûriyeyê perçe dike. Lê em dibêjin ku rewabûna me gelê me ye. Em jî gelê Sûriyeyê ne. Gelê me wê vê sîstemê pêş bixe û ev ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn e.”

Aldar Xelîl da zanîn kesên federaliyê qebûl nakin, yên ku Sûriyê anîne vê astê ne, rê vekirine ku bi hezaran kes werin qetilkirin, koçberkirin û talanî çêbibe.

Aldar Xelîl berxwedana Bakurê Kurdistanê jî silav kir û ev tişt anîn ziman: “Bakurê Kurdistanê di pêvajoyeke hesas re derbas dibe, dewleta Tirk bi hemû şêwazan êrîşan li dijî gelê Kurd pêk tîne, şoreşa Bakur bi berxwedaniya gel wê bi ser keve, Newroza îsal wê bibe Newroza rizgarkirina gelê Bakur.”

Di dawiya axaftina xwe de Xelîl got ku beşdarbûna hemû pêkhateyan şahiya Newrozê nîşana serkeftina sîstema federal dide xuyakirin.

Piştî Xelîl, pîrozbahî bi axaftina Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso dom kir.

DÊRIK 

Di pîrozbahiya ku li Kampa Newrozê tê lidarxistin de, Endama Desteya Rêveber a TEV –DEM’ê Henîfe Hisên, Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan a Ewropayê Şengê Qehreman, Cîgirê Hevserokên Kantona Cizîrê Îbram Îshaq û li ser navê Kongreya Star Gulistan Osman axivîn.

Henîfe Hisên di axaftina xwe de li ser sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava û Suriyeyê rawestiya û got: “Ev sîstem ji bo hemû pêkhateyên Suriyeyê gaveke dîrokî ye. Gelek derdoran bertek nîşan dan û wekî perçekirina Suriyeyê nirxandin, lê belê federaliyet ji bo yekbûna Suriyeyê ye. Mînaka herî baş a avakirina Suriyeyek azad û demokratîk e.”

Henîfe Hisên berxwedana Bakûrê Kurdistanê jî silav kir û piştgiriya Rojava anî ziman.

Cîgirê Hevserokên Kantona Cizîrê Îbram Îshaq jî Cejna Newrozê li hemû gelan pîroz kir û wiha axivî: “Me wekî rêveberiya xweseriya demokratîk herêmên xwe parastin. Tenê di destê me de projeya çareseriya aloziya Sûriyeyê heye. Ew jî sîstema federaliya demokratîk e. Ji bo ku jiyana hevbeş bi ser keve, me gelekî şehîd dan. Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê yekîtiya pêkhateyên Sûriyeyê dike hedef.”

Di pîrozbahiyê de peyamên YPG, YPJ û saziyên sivîl jî hatin xwendin.

Pîrozbahî bi stran û govendê didomin.

GIRKE LEGÊ

Şahiyê bi tevlîbûna hemû pêkhateyên bajar despê kir. Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava- Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif, Serokê Desteya Hundirîn ê Kantona Cizîrê Kenan Berekat, Serokê Desteya Enerjiyê Silêman Xelef, Serokê Desteya Ekolojî û Hawirdorê Luqman Ehmê û Rûsipî û Şêxên Êlên El-Şemer, El-Zûbeyde û El-Cewala El-Erebiye beşdar bûn. Qada şahiyê bi rengên kesk, sor û zer, alên Kurdî, wêneyên têkoşeran û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû xemilandin. Dirûşmeyên ” bijî Federaliyê Rojava- Sûriyê, bijî berxwedana Bakur û em Rêber APO pîroz dikin” li qadê hatin berzkirin.

Şahiyê bi deqeyekê rêzgirtine despê kir. Tê payîn ku bi navê şandeyên tevlîbûne axaftin were kirin. Her wiha koma Şehîd Elêna, Serhildan, Viyan Peyman, Gulan, Zelal Hêvî yên girêdayî navenda Aram Tîgran bi pêşkêşkirina amadekariyên xwe yên Newrozê bidome.

AMÛDÊ

Qada Newrozê bi alên Kurdî û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin. Pankartên ku li ser hatibû nivîsandin “Ji Rojavaya Azad ber bi Sûriyeya demokratîk û federal ve”, “Berxwedana we rûmeta me ye” û “Azadiya rêberê APO azadiya gelan e” hatin daliqandin.

Şahiyê bi deqeyekê rêzgirtine despê kir. Piştre dayikan agirê Newrozê dadan û tê payîn ku bi navê Meclisa Sûriya Demokratîk Cîhad Omer baxive.

TIRBESPIYÊ

Qada Newrozê bi alên Kurdî, YPG’ê, YPJ’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd hat xemilandin. Şahiya Tirbespiyê bi deqeyekê rêzgirtine despê kir. Piştî wê beşdarvanên Newrozê li dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser Newrozê daxivê guhdar kirin. Piştre dayikên şehîdan agirê Newrozê vêxistin.

Her wiha nûnerên Partiyên Siyasî û Saziyên sivîl û civakî beşdarî şahiya Newrozê bûne. Tê payîn Endamê Komîtaya Rêveber ê PYD`ê Hesen Koçer baxivê.