Malbatan cenazeyên 3 kesan ji Rihayê wergirtin

Malbatan cenazeyê Hamza Îdîm, Halîl Çelîk û Vasfi Kaya yên li navçeya Cizîr û Hezexê hatin qetilkirin û şandibûn Rihayê, ji Rihayê wergirtin.

Li Cizîrê hêzên dewletê komkujî pêk anîbûn û cenazeyên 28 kesan şandibûn Rihayê. Ji cenazeyên 28 kesên di 12'ê Sibatê de şandibûn Rihayê cenazeyên 7 kesan di 8'ê Adarê de li Rihayê hatibûn definkirin. Li Hezexê jî cenazeyên 9 kesan di 10'ê Adarê de anibûn Rihayê. Malbatên Hamza Îdîm û Halil Çelîk ên li Cizîrê hatin qetilkirin û malbata Vasfi Kaya yê li Hezexê jiyana xwe ji dest da hatin Rihayê û cenazeyên zarokên xwe wergirtin. Malbatê cenazeyê kurê xwe Îdim ê li Goristana Asrî hatibû definkirin wergirtin birin Cizîrê. Malbatê cenazeyê Çelik û Kaya jî ji Nexweşxaneya Mehmet Akif Înan a Perwerdehiyê wergirtin û birin Navçeya Kopê ya Mûşê. 
Cenazeyê Kaya wê li Kopê û Cenazeyê Çelik jî wê li Rustem Gedika Kopê bê definkirin. 

Cenazeyê 20 kesan di 13'ê Sibate de anibûn Dîlokê û 7 cenaze jî di 28'ê Sibatê de li Goristana Yeşilkentê li Dilokê hatibûn definkirin. Ji 7 cenazeyan piştî testa DNA'yê cenazeyê Ahmet Yilmaz hat tespîtkirin. Malbata Yilmaz ku hatin Dîlokê û serî li dozgeriyê dan, bi hinceta dosya hatiye girtin nikarîbûn cenazeyê xwe bigirin. Malbatê li gel rêveberên MEYA-DER serî li dozgeriya komarê ya Cizîrê dan. Ger ku dozgeri erê bike wê sibehê cenazeyê xwe wergirin.