YPG: Li hember êrîşên çeteyan bersivên tund tê dayîn

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di mudaxeleyên li hember hewldanên êrîşên çeteyan de gelek çete kuştine.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di mudaxeleyên li hember hewldanên êrîşên çeteyan de gelek çete kuştine.  Komên çeteyan ku li herêmên Şêxmeqsûd, Sirîn, Qereqozak, Şêxler, Eyn Îsa û Şedadê êrîş pêk anîn, ji şervanên YPG’ê bersivên tund girtin û derbeyên giran xwarin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê êrîşên çeteyan ên li Şêxmeqsud, Sirîn, Qereqozak, Şêxler, Eyn Îsa û Şedadê de, daxuyaniyek nivîskî da.

 Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Di 20’ê Adarê saet 09.00’an çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin ser gundê Qereqozax ê dikeve başûrrojavayê Kobanê.

Komên çeteyan heman rojê saet 11.00 û 14.00’an, dîsa 21’ê Adarê (îro) saet 04.00-05.00’an ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran û topên hawanan êrîş birin ser bajaroka Şêxler.

ÇETEYAN ÊRÎŞÎ BAJAROKÊ EYN ÎSA KIR

20’ê Adarê saet 07.00’an çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşek dijwar birin ser başûre bajaroka Eyn Îsa. Hevalekî me ku di encama van êrîşan de birîndar bibû, dema birin nexweşxane di rê de gihîşt şehadetê.

Komên çeteyan 21’ê Adarê saet 05.30’an li dijî heman herêmê bi çekên giran êrîşek din li dar xistin.

HEWLDANA ÊRÎŞA ÇETEYAN A LI HEMBER GUNDÊ FATSA JI ALIYÊ HÊZÊN YPG’Ê VE HAT ASTENGKIRIN

20’ê Adarê derdora saet 14.40’an çeteyên DAIŞ’ê hewl dan li derdora gundê Fatsa yê dikeve rojhilatê bajaroka Eyn Îsa êrîşekê li dar bixin. Piştî destwerdana hêzên me komên çete ji qadê revîn.

ÊRÎŞA WESAYÎTA BOMBEBARKIRÎ HATE BÊBANDORKIRIN

20’ê Adarê çeteyên DAIŞ’ê 6 km li Raşûr Rojhilatê gundê Mekmen ê giredayî Şedadê êrîşek li dar xistin. Êrîşa ku bi maşîneya teqemenî wê bihata lidarxistin, ji aliyê hêzên me ve bêbandor hat hiştin.

LI EYN ÎSA ŞERÊN DIJWAR PÊK TÊN

20’ê Adarê saet 09.00’an çeteyên DAIŞ’ê li derdora gundê Genterî yê dikeve rojhilatê bajaroka Eyn Îsa êrîşek li dar xistin. Di navbera komên çeteyan û hêzên me yên ku bersivên hişk dan êrîşa çeteyan de şerên dijwar qewimîn. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê şerî de nehatiye zelalkirin. Lê, 3 termên çeteyan ketin destê hêzên me.

2 hevalên me ku ji bo şkandina êrîşên çeteyan bi fedekariyeke mezin şer kirin, gihîştin şehadetê.

LI SIRÎNÊ 4 ÇETE HATIN KUŞTIN

21’ê Adarê saet 04.30’an çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundê Bucak ê dikeve Başûrê bajaroka Sirîn a giredayî Kobanê êrîşek li dar xistin. Hêzên me bersivek hişk dan êrîşa çeteyan a ku fetlerêya gundê Malha hedef digirt. Di encama şerên ku nêzî 2 saetan dom kirin de 4 çete bi awayekî mirî hatine bidestxistin. Hêzên me 3 kleş û 3 rextên xwekujî yên çeteyan jî desteser kirin.

ÊRÎŞÊN ÇETEYAN ÊN LI HEMBER TAXA ŞÊX MAQSÛD BERDEWAM DIKIN

Êrîşên komên çeteyan ên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert û Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dikin.

Di çarçoveya van êrîşan de komên çeteyan ji herêmên Mekteb Eqtar û Muselles hewl dan têkevin taxê. Piştî destwerdana hêzên me li her du qadan jî şerên dijwar qewimîn. Di şerên herêma Mekteb Eqtar de 5, di şerên herême Muselles de jî 4 çete hatin kuştin.

Hevalekî me ku ji bo şkandina êrîşên çeteyan bi fedayîtî şer dikir, gihîştiye şehadetê.”