Li Norveçê li 3 navendan Newroz hat pîrozkirin
Li paytexta Oslo ya Norveçê, li bajarên Sravanger û Bergenê Newrozê bi coş hat pîrozkirin.
Li paytexta Oslo ya Norveçê, li bajarên Sravanger û Bergenê Newrozê bi coş hat pîrozkirin.
Li paytexta Oslo ya Norveçê, li bajarên Sravanger û Bergenê Newrozê bi coş hat pîrozkirin.
Kurdên û dostên wan ên li paytexta Oslo ya Norveçê dijîn Newroza îsal bi awayekî heybet pîroz kirin. Pîrozbahiyên Newrozê ji derveyî paytext Osloyê, li bajarên Stavanger û Bergenê jî bi awayekî heybet hat pîrozkirin. Pîrozbahiya Newrozê wê di 23’ê Adarê li bajarê Trondheîmê jî bê pîrozkirin.
Pîrozbahiya ku Kurd bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevlî bûn, li salona Sporê ya Ekeberg a Osloyê hat lidarxistin.
Di pîrozbahiyê de nûnerên Meclîsa Gel a Norveç, PJAK û Tevgera Goran axaftin kirin. Di axaftinan de Federasyona li Bakûrê Sûriye û Rojava hatin pîrozkirin. Di heman demê de berxwedana xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê jî hat silavkirin.
Di pîrozbahiyê de Nûarîn, Esad Rezazî, Mûrat Kuçukavci, Ferhat Kanat, Koma Zarokan a Şehîd Dilxwaz derketin ser dike. Peyama Newrozê ya Hevserokê Konseya Rêveberiya KCK’ê Cemîl Bayîk bi sîneviyonê hat temaşekirin.