Gerîlayan li Heftenîn û Şirnexê çalakî li dar xistin
Gerîlayên HPG/YJA Star li navenda Şirnex û xeta sînorê Heftenîna çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de li gorî ku hat zalalkirin 2 leşker hatin kuştin.
Gerîlayên HPG/YJA Star li navenda Şirnex û xeta sînorê Heftenîna çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de li gorî ku hat zalalkirin 2 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek nivîskî da.
HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Heftenîn û Şirnexê çalaki li dar xistine û wiha got: “20’ê Adarê saet 10:00’an de hêzên gerilayên me; li hember artêşa TC ya ku li herêma Şehîd Kendal a li ser sînorê herêma Heftenîn a Herêmên Parastina Medyayê bi cih bûne çalakiyek li dar xistin û 2 leşker hatin kuştin.
20’ê Adarê saet 18:00’an de hêzên gerîlayên me li hember dibistana li Taxa Yeşîlyûrt a ku artêşa TC weke bargeh bikar tanîn çalakiyek a bi B7 li dar xistin. Di vê çalakiyê de têkildarî kuştî û birîndarên leşkeran ti agahiyên zelal nehatine bidestxsitin.”
Daxuyaniya HPG’ê wiha berdewam kir:
“21’ê Adarê (îro) saet 05:30-06:00’an qereqola Oremar a li navçeya Gever a Colemêrgê; herêma Şehîd Rehîme ya li ser sînorê herêma Avaşîn, bi obus û katyuşan bomberdûman kir.
21’ê Adarê saet 05:30-06:00’an qereqolên Erîş û Bîlîcanê yên li ser sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê, derdora xwe bi obus, hewan û çekên giran ketober bombe kirin.
21’ê Adarê saet 00:00-05:30’an li ser herêma Heftenînê, saet 00:00-01:00’an li ser herêma Garê, saet 00:00-04:00’an li ser Herêma Metîna pêgerên keşfê geriyan. Li aliyê din pêgerên hewayî yên keşfê li ser herêma Metîna tevgera keşfê kirine, her wiha li ser herêmê tevgera balafirên şer jî pêk hatine.”