Serhedê jî qedexeyên AKP’ê nas nekir, agirê Newrozê geş kir

Li bajar û navçeyên Serhedê bi deh hezaran kes cejna vejîn û azadiyê, Newrozê pîroz kir.

Li bajar û navçeyên Serhedê bi deh hezaran kes cejna vejîn û azadiyê, Newrozê pîroz kir. Di pîrozbahiyan de berxwedana gel a li bajarên Kurd istanê hate silavkirin û gel vê peyamê da hikumeta AKP'ê "Ev cîhan çawa ku ji Dehaqên zilmkar re nema wê ji dîktatoriya AKP'ê re jî nemîne."

AGIRÎ

Li Agiriyê pîrozbahiyên Newrozê bi beşdariya nêzîkê 10 hezar welatiyan li gel hemû astengiya polîsan bi coşa azadiyê hate pîroz kirin. Pîrozbahiya Newrozê ku her tim dirûşmên "Bijî serok Apo" û "Kurd istan wê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin berzkirin, ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik piştî agirê Newrozê pêxistin coşa hezaran bilindtir bû û dengê "Şehîd namirin" li qadê bilind bû. 

Di destpêka pîrozbahiyê de Hevşaredar Sirri Sakik axivî û diyar kir ku Newroz li hember zorbetiyê serhildan e. Sakik di axaftina xwe de li ser qedexeyên pîrozbahiyan sekinî û wiha axivî: "Kesên îro qedexe dikin bila li paşerojê binêrin. Me bi têkoşînê Newroz azad kir." Sakik da zanîn ku hê jî sepanên berê ji aliyê desthilatdaran ve di merîyetê de ne û wiha pê de çû: "Sûrê wêran kirin û li ser dîwaran 'T.C. li vir e qîzên Kurd an li ku derê ye' nivîsîn. Faşîzm û cudakarî ev e. Bêsinciya herî mezin ev e."

'EV GEL HÊ JÎ NEMIRÎ YE’

Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi coşeke mezin derket ser dikê û bal kişand ser polîtîqayên şer ên hikumeta AKP'ê. Yuksekdag diyar kir ku gelê Kurd  tu carî li hemberî hukumdaran serî netewandiye û kesên serî netewandine jî her tim bi ser ketine. Yuksekdag li ser komkujiyên li Sur û Cizîrê jî rawestiya û ev tişt gotin: "Yekane armanca wan kesên berxwêdêr hebû. Ji bo ku li tu cihê Tirkiyeyê dorpêç tune bin wan li ber xwe da. Dixwazin li hemû bajarên Tirkiyeyê bêdengiya mirinê belav bikin û mirovan veguherînin mirovên mirî. Lê gel nemirî ye û li ser piyan e." 

'HETA QIRIKÊ DI NAV XWÎNÊ DE NE'

Yuksekdag destnîşan kir ku wê zilma AKP'ê helbet bi dawî bibe û ev tişt li gotinên xwe zêde kirin: "Ew ê nikaribin zilma xwe berdewam bikin. Li hember yekitiya vî gelî nikarin bisekinin. Heya qirika xwe di nav xwînê de ne û bêsinc in. Ew ê biçin û em ê bimînin. AKP û Qesra desthilatdar ber bi dawiyê ve diçe."

Piştî axaftinan hunermendên herêmî derketin ser dikê û bi hezaran welatî li ber stranên berxwêderiyê govend gerandin. 

PANOS 

Yek ji Newrozên herî girseyî û bi coş a herêma Serhedê li navçeya Panos a Agiriyê hate pîroz kirin. Li Panosê bi hezaran kes li gel ewlehiyên berfirêh ên leşker û polîsan di saetên sibehê de bi kincên xwe yên gelêrî û bi rengên xwe ve herikîn qada Newrozê. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Taşdemîr, Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik jî di nav de gelek rêvebirên HDP û DBP'ê jî tevlî pîrozbahiyê bûn. 

YUKSEKDAG: WÊ TÊKOŞÎNA GELAN AKP'Ê TÊK BIBE 

Di saetên sibehê de bi hezaran kesên ku li ber avahiya Navçeyê ya HDP'a Panosê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag pêşwazî kirin bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "PKK dimeşe erd û ezman diheje" barîkatên polîsan derbas kirin û ketin qada Newrozê. Axaftina Newrozê ya Yuksekdag bi dirûşma "Bijî berxwedana Kurd istan" dest pê kir. Yuksekdag Newroza gelê Panosê pîroz kir û diyar kir ku tu qedexe nikare bihara gelan asteng bike. Yuksekdag di axaftina xwe de balê kişand tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got "Tehemulî peyama aşitîxwaz a Ocalan jî nekirin." Yuksekdag dest nîşan kir ku wê têkoşîna gelan polîtîkayên şer ên hikumeta AKP'ê têk bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Geverê ji bo Tirkiyeyeke azad ava bikin li ber xwe didin. wê yekîtî û berxwedana gelan şerê AKP'ê xilas bike. Ev cîhan çawa ku ji Dehaqên zilmkar re nema wê ji dîktatoriya AKP'ê re jî nemîne."

Piştî axaftina Yuksekdag coşa Newrozê bi stranên Hozan Ararat û Koma Serhat bilindtir bû. 

Her wiha, hunermend Seyda Perînçek û koma wî dema ji Amedê ji bo pîrozbahiya Newrozê dihatin Panosê, li Bedlîsê qeza derbas kirin. Hate zanîn ku rewşa Perînçek û 3 hevalên wî baş e û li Nexweşxaneya Dewletê ya Panosê tedawiya wan didome.

ÎDIR

Newroza "Rêbertiya azad, Kurd istana xweser û Tirkiyeya demokratîk" li Îdirê jî bi heybet hate pîroz kirin. Welatiyên ku di saetên sibehê de li taxan kom bûn berê xwe dan Qada Kantar a Şekerpancari ya 20 km nêzî sînorê Ermenîstanê ye. Ji bo Newrozê ji hemû taxan wesayît hatin rakirin û bi sedan ciwan jî bi bisiklêt û motorsikletan hatin qadê. Li Îdirê gelên Kurd , azerî, terekeme û tirk bi hev re govenda biratiyê gerandin û jinan jî bi kincên xwe yên gelêrî û kofiyan, ciwan jî bi şal û şepikan reng dan qadê. 

GELAN GOVENDA BIRATIYÊ GERANDIN

Bi hezaran kesên li qadê kom bûn bi dirûşma "Bijî Serok Apo" azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxwaz kirin û bi dirûşma "Bijî berxwedana Cizîrê" berxwedana bajarên Kurd istanê silav kirin. Hevberdevkê HDK'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu, Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman, Hevşaredarê Îdirê Murat Yîkît jî di nav de gelek rêvebirên HDP û DBP'ê jî tevlî coşa Newrozê bûn. Agirê Newrozê bi sirûda Ey Reqîp hate pêxistin. 

KURKÇU: DIVÊ HEVRÊYÊ ME OCALAN BIÇE SER MASEYA MUZAKEREYÊ

Piştre Parlamentera berê ya HDP'ê ya Îdirê Kiznaz Turkelî derket ser dikê û dansa Kafqasan ku pêşkeş kir rastî eleqeyek mezin hat. Herî dawî Hevberdevkê HDK'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu axivî û dest nîşan kir ku Kurd istan di bin dorpêç û agir de ye. Kurkçu anî ziman ku hikumeta AKP'ê heyfa hilbijartina 7'ê Pûşberê ji gelê Kurd  distîne û got "Ji ber ku me Qesrê tirsand, ev tirs weke top û bombe li ser gelê me dibare. Lê ev gel wê serî netewîne." Kurkçu diyar kir ku divê demildest pevçûn bi dawî bibin û maseya muzakereyê were danîn û wiha pê de çû: "Divê maseya muzakereyan were danîn û hevrayê me birêz Abdullah Ocalan biçe ser vê maseyê."

Pîrozbahî bi stranên Ergîn Xelikan û Koma Şitlên Azadî bi dawî bû. 

GIMGIM

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê jî gel di saetên sibehê de bi coşa Newrozê ji gund û navendê berê xwe dan Qada Newrozê ya li ber Navenda Çanda Şehît Mordem. Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim û hevşaredarên Gimgimê jî di nav de gelek rêvebirên HDP û DBP'ê tevlî coşa Newrozê bûn. Li gel hemû astengkirinên leşker û polîsan jî bi hezaran kes govenda azadiyê gerandin. 

'AGIRÊ NEWROZÊ 2700 SAL IN DIŞEWITE'

Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim di pîrozbahiyê de axivî û anî ziman ku wê gelê Kurd  li ber qedexeyan tu carî serî netewîne. Yildirim diyar kir ku agirê Newrozê 2700 sal in dişewite û wê agirê serhildan û vejînê ya ku Kawayê Hesinkar li hemberî Dehaqan pêxistiye tu caran venemire. 

Piştî axaftinan coşa gel bi pêxistina agirê Newrozê gihişt lûtkeyê. Bername bi Koroya Zarokan a Navenda Çanda Şehît Mordem, Demhat Botan û Hozan Arhat berdewam kir. Welatî bi saetan li ber stranan govend gerandin û Piştre bername bi dawî bû. 

COLEMÊRG

Li Colemêrgê jî gel li gel biryara qedexeyê ya Walîtiya Colemêrgê jî, li gelek taxan kom bû û agirê Newrozê di bin êrîşên hêzên dewletê de pêxist. Piştî êrîşên polîsan, li avahiya bajêr a HDP'a Colemêrgê civîna çapemeniyê hate lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadîr Yildirim di nirxandina xwe de dest nîşan kir ku Tirkiye bi ferasetek faşîzan tê rêvebirin lê gel jî heya dawiyê li ber xwe dide. 

YILDIRIM: TEKANE HÊZA ME GEL E 

Yildirim bertek nîşanî biryara qedexeyê ya walitiyê da û got li hemû sikakên Colemêrgê pêkanînên faşîzmê di meriyetê de ne. Yildirim di axaftina xwe de balê kişand ser berxwedana gel a li Şirnex, Gever, Nisêbîn û Sûrê jî û wiha axivî: "Li hemberî êrîş û komkujiyan hêza me ya tekane gelê me ye. Em dikarin bi hêza xwe ya gel çareseriyê pêş bixin. Me dorpêça li Kurd istanê qebûl nekiriye û em ê qebûl nekin."

TETWAN

Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê jî li gel hemû astengkirinên leşker û polîsan bi hezaran kes li Qada Fuarê ya Tetwanê Newroz pîroz kir. Ji bo rê li ber hatina gundên welatparêz were girtin gelek gund ji aliyê leşkeran ve hatin dorpêç kirin û destûr nehat dayîn ku welatî tevlî Newrozê bibin. Her wiha welatiyên ku hatin navçeyê jî di ketina bajêr de rastî venêrîna nasnameyan hatin. 

Li gel hemû astengkirinan, welatî di saetên sibehê de herikîn qadê. Jinan bi kincên xwe yên gelerî û bi rengîn kesk, sor û zer li gel zarokên xwe hatin qadê. Li qadê welatî gelek caran dirûşmeyên weke "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e" û "Newroz piroz be" berz kirin. Li gel bi hezaran kes, Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, hevşaredarên DBP'yî, ji Başûrê Kurd istanê siyasetmedarên Kurd  jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di dema pîrozbahiyê de, du ciwanên ku ji qadê veqetiyan û navê wan nehat zanîn ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Di pîrozbahiyê de Komîteya Amadekar a Newrozê, parlamenterên HDP'ê yên Bedlîsê û rêvebirên HDP û DBP'ê gel silav kirin. Parlamentera HDP'ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat û Siyasetmedarê Kurd  ê ji Başûrê Kurd istanê Zana Şerwanî jî axaftinên kurt kirin û Newroza gel pîroz kirin. 

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, li gel dirûşmeyên bi coş derket ser dikê û dest bi axaftina xwe kir. Dîcle da zanîn ku peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Newrozê îsal hatiye asteng kirin û got "Lê hun nikarin birêz Ocalan ji dilê me derxin. Ji vir hezar silav ji Girava Îmraliyê re."

'DEHAQÊN ÎRO NIKARIN GELÊ KURD  BÊ STATU BIHÊLIN'

Dîcle anî ziman ku gelê Kurd  bi riya Newrozê nasname û çanda xwe heya îro aniye û wiha axivî: "Dehaqên îroyîn nabêjin jin, ciwan û îxtiyar, dorpêç dikin û dişewitînin. Li bajarên weke Cizîr, Sûr, Gever, Nisêbîn û Şirnexê hovitiya xwe nîşan dan. Birîndaran gulebaran dikin. Gelê me vê hovitiyê ji Dehaqan dizane. Bila gelê me li berxwedêran binêre. Lehengên me yên bêhempa ji bo xwedî li welatê xwe derkevin bûne Kawayên hemdem. Bila Dehaqên îroyîn baş bizanibin ku nikarin vî gelî bê nasname, bê statu û bê azadî bihêlin."