Li Dêrsim, Şirnexê û Mêrdînê 13 kes hatin girtin

Hêzên rejîmê bi êrîşên qirkirinê re polîtîkayên qirkirina siyasî jî dimeşîne, li Şirnexê kesek, Kerboranê 5 kes, li Dêrsimê jî 7 kes girtin.

Hêzên rejîmê bi êrîşên qirkirinê re polîtîkayên qirkirina siyasî jî dimeşîne, li Şirnexê kesek, Kerboranê 5 kes, li Dêrsimê jî 7 kes girtin.

DÊRSIM

Xwendekarên pêr li Dêrsimê hatibûn binçavkirin, pîştî îfadeyên wan ên li emniyetê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê, Hasan Kemal Erdede, Baran Yigit,  Pelda Ulker, Resul Kıt, Nursoyle Beyhan, Sînan Çîçek,  Mûrat Osman Eroglû li dadgeha hatin sewqirin de hatin girtin.

Alîcem Evcîn û Bîlal Sartik serbest hatin berdan. Rawestandina xwendekaran li ber edliyeyê didome, yên hatin girtin şandin girtîgeha Elezîzê.

ŞIRNEX

Midûrê Karên Fenê yê Şaredariya Şirnexê Abdûrrezak Yildiz ê pêr li Qereqola Jendermeyan a Mîllî bi hinceta “TEM îfadeya te dixwaze” hatibû binçavkirin û birin Midûriyeta Şaxa Têkoşîna bi Terorê re (TEM) a Şirnexê, bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hate kirin. Ji ber li ser dosyayê biryara veşartîbûnê heye, hinceta girtinê nehat zanîn, di lêpirsînên dozger û dadgehê de destûra ketina parêzeran jî nehat dayîn.

LI MÊRDÎNÊ 5 KES HATIN GIRTIN

Pêr li navçeya Kerboran a Mêrdînê ku terora dewletê lê didome, di serdegirtinên malan de Hevserokê DBP’a Kerboranê Abdûrrahman Arslan, Haznî Arslan, Ridvan Gunduz, Omer Gezer û Mesût Agirman hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê ya li Edliyeya Mêrdînê bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hatin kirin.

Piştî karên îfadeyê, dadgehê di çarçoveya xala 302’yemîn a di destûra bingehîn de ‘sûcên li dijî ewlehiya dewletê ne’ her 5 kes jî girt.