Newroza Amedê a Dîrokî bi dirûşmeya ‘ Hûn Nikarin Îradeya Me Bişkînin’ ve bi dawî bû.
Newroza Amedê a Dîrokî bi dirûşmeya ‘ Hûn Nikarin Îradeya Me Bişkînin’ û piştî axaftin û konserên muzîkê bi dawî bû.
Newroza Amedê a Dîrokî bi dirûşmeya ‘ Hûn Nikarin Îradeya Me Bişkînin’ û piştî axaftin û konserên muzîkê bi dawî bû.
Newroza Amedê ku di pêşengiya HDP, DBP, KCD, KJA û DEM-GENÇ'ê de hat amadekirin bi tevlîbûna sedhezaran bi coşek mezin pêk hat. Newroza bi şîara "Em wê bi berxwedanê bi ser bikevin" û silogana "Rêbertiya Azad, Kurdistana Xweser û Tirkiyeya Demokratîk" hat pirozkirin piştî axaftinan û komên muzîkê derketin ser dikê bi dawî bû. Pîrozbahiya ku saet di 09.30an de destpê kir, saet di 15.30'an de bi dawî bû.
Di pîrozbaniya Newozê de aliyên derketin pêş wiha ne:
"Gelek heyetên biyanî hatin beşdarî newrozê bûn. Endamên BASK'ê li qada Newozê ala xwe vekirin.
Hunermenên wekî Mikail Aslan, Orkestraya Muzîka Amedê, Koroya Jinan a Şehît Mizgîn, Bajar, Koma Gulên Xerzan derketin ser dikê.
Welatiyên herema Qerejdaxê bi hespan hatin qada Newrozê.
Li gel hemû gef û astengiyan bi sed hezaran welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Li qade herî zêde ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silogan hatin berzkirin.
Gelek kes di qada pîrozbahiyê de winda bûn. Ji bo zarokên winda beşek alîkariyê hat cihêkirin.
Piştî pîrozbahî bi dawi bû ciwan li qadê man û bi siloganan govend gerandin.
Wekî hemû Newrozan di Newroza 2016'an de dîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mohra xwe lê xist.
Gelê Rezan û Kaynartepe li gel zextan û qedexeyan disa hatin qada Newrozê.
Di nava 770 kesên protokolê de malbatên kesên zarokên xwe di berxwedana Sûrê de winda kirin jî cih girtin
Li qadê alên YPS'ê hatin vekirin.
Sînevizyona ku dîmenên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî têde hebû hat vekirin.
Li dijî derewên medyaya alîgir, hemû qad tije bû.
Di pîrozbahiyê de gelek balafirên şer firiyan.